Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin
Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.
Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.
Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Rûsyayê, Tevgera Jinan a Kurd a Rûsyayê û saziyên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa li Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DEWLETA TIRKAN Û IRAQÊ
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Duh êvarî li dijî endamên xweparastinê yên Kampa Penaberan a Mexmûrê êrîşek hatiye kirin û di encama vê êrîşê de şehadet çêbûne û birîndar hene. Penaberên Mexmûrê yên ku 25 sal berê gundên wan hatibûn şewitandin ji neçarî berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Li vê derê jî dewleta Tirk zilma xwe li ser wan domand.
Kampa penaberan a Mexmûrê ya ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de de ligel zor û zehmetiyan xwedî li îradeya xwe derdikevin û têkoşîna xwe ya siyasî didomînin. Bi êrîşa duh re, cara pêşîn tê dîtin ku êrîşek li dijî kampa penaberan tê kirin. Dewleta Tirk e û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê kontrol dikin, berpirsên vê êrîşê ne.
Ji bo ku êrîşkarên vê êrîşê werin darizandin em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku, divê berpirsyariya xwe bînin cih. Ev ne êrîşeke ji rêze ye û ev êrîş tê wateya binpêkirina zagonên penaberan ên navneteweyî.”