Nûnerên sziyên Elewiyan, helwesta mizgefteke Îzmîrê ya li ser mirovekî Elewî sela nexwend nirxandin û anîn ziman ku ev yek jî nîşan dide dewlet wan nas nake. Saziyên Elewiyan destnîşan kirin, ku divê ew ji xwe re qadên jiyanê ava bikin.
Dema esnafekî Elewî V.T. ê sûka Îzmîr Kemeralti wefat kir, hevalên wî xwestin li mizgefta Kemeraltiyê sela bê dayîn. Lê belê meleyê vê mizgeftê ji wan re gotibû "Sela li ser Elewiyan nayê xwendin" û ev daxwaz red kiribû.
Saziyên Elewiyan ên li Îzmîrê, mijar ji ANF'ê re nirxandin.
'DIVÊ EM JI XWE RE QADÊN JIYANÊ AVA BIKIN'
Seroka Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Karabaglarê Elîf Bakir diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Elewiyan ji aliyê meleyan ve li mizgeftê tê nîşandan û got, "Em bi dewlet, bi sazî û sîstemeke ku me nas nake re dijîn. Dewlet û Serokatiya Diyanetê ya ku me nas nakin, em wan qet nas nakin. Hebûna Serokatiya Diyanetê bi xwe nîşan dide ku dewlet ne demokratîk û laîk e. Li welatekî ku ji aliyê kesên ji malên me yên cem re dibêjin 'mala cumbuş' ve tê bi rêvebirin, mizgeft jî saziya dewletê ye. Li gorî gotina dewletê tevdigere. Divê êdî Elewî bibînin ku dewlet me nas nake û dixwaze Elewiyê xwe biafirîne. Girîng e Elewî vê rewşê bibînin û li hemberî dewletê helwesteke zelal nîşan bidin. Em bacê didn dewleteke ku me nas nake û tine dike. Ev bac jî dibe fîşek û mirin û li me vedigere. Em jî êdî saziyên wan nas nakin. Em ê dewleteke ku me nas nake, nenasin. Gelê Dêrsimê di salên 1930 de xwerêveberî îlan kir. Gotin em ê êdî bacê nedin te, em ê xweser bin û hatin qetilkirin. Divê em jî werin vê nuqteyê. Ji ber ku dewlet me nas nake û qetil dike. Ev dewlet dewleta me nîne. Divê em ji xwe re qadên jiyanê ava bikin."
'MELE NÊRÎNA FERMÎ YA DEWLETÊ YE'
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Suleyman Deprem diyar kir ku hewl tê dayîn bi zorê Elewî entegreyî Îslamê were kirin û da zanîn, ku ev hewldan pûç in. Deprem da zanîn ku ya diqewime nêrîna fermî ya dewletê ye û got, "Ji rojava avabûna Îslama Emewî û vir ve dijminatiya li Elewiyan tê kirin, aşkere ye. Şert e Elewî xwe ji nû ve pênase bikin. Ji Dewleta Selçûkiyan heta niha polîtîkayeke înkar û tinekirinê heye. Bi baca ji Elewiyan tê stendin re pêwîstiyên mizgeftê tê tedarikkirin, lê belê li gorî wan dayîna selaya Elewiyekî guneh e. Ev yek durûtî û sextekarî ye. Lê karaktera rastî ya wan nîşan dide. Em heman pêkanînê îro di polîtîkayên AKP'ê de dibînin. Ev heqaret bi sedan salan e li me tên kirin, lê êdî bes e. Dewlet dewleta me nîne. Pêwîstî pê heye, Elewî li gorî rê û erkana xwe jiyan û sîstema xwe ava bikin."
'DAXWAZA JI ÎBADETXANEYEKE DIN NE RAST E'
Serokê Mala Cem a Narlidere Mûstafa Aslan da xuyakirin ku îbadetxaneya Elewiyan Mala Cem e û anî zima ku ew rast nabînin tiştekî ji cihekî din ê îbadetê were xwestin. Aslan got, "Daxwaza civata Elewiyan ji mizgeftê ji xwe şaş e, lê ev nêzîkatiya mele nîşaneya zîhniyeta Serokatiya Karên Diyanetê ye. Fetwayên Diyanetê yên tijî heqaret, li naverastê ne. Oleke dewletê nabe. Dewlet neçar e bi awayekî wekhev nêzî hemû baweriyan bibe. Diyanet veguheriye holdîngek mezin. Bi fetwayên xwe re baweriyan tine dihesibîne. Ev bûyerên diqewimin, nayên qebûlkirin. Pêwîstiya me pê nîne li mizgeftê sela bê dayîn, lê eger pêwîstî pê çêbibe jî, divê bersiv ji vê xizmetê re were dayîn."
Serokê Komeleya Dêrsimiyên li Îzmîrê Kemal Mûtlû da zanîn, ku Serokatiya Diyanetê ji ber ku jê nehat bersivê bide nerazîbûnan, bûyer derewand û got, "Mirî ji kîjan nîjad û baweriyê be jî, diviyabû ew daxwaz bi cih bihata anîn. Sela ji bo agahdarkirina derdora nêz a mirî, tê xwendin. Ji ber ku Elewî li Tirkiyeyê weke welatî nayên dîtin, nêzîkatiyên bi vî rengî tên nîşandan."
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Îzmîrê Îsmet Erbûlak jî da xuyakirin, di roja îro de jî li dijî Elewiyan zîhniyeta Mûaviye heye û destnîşan kir, ku ev nezîkatiya meleyê li Îzmîrê, parçeyek ji zîhniyeta nêzîkatiya li hemû mizgeftên li welêt e. Erbûlak ragihand ku pirsgirêk di sîstemê de ye û anî ziman ku divê Elewî pirsa 'çi karê xwe bi vê sîstemê bi vê dewletê re heye?' ji xwe bipirse.