Saziyan ji bo çalakiya Strasboûrgê banga lezgîn kirin

Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bang li her kesê kir ku 12’ê Kanunê li pêşiya Konseya Ewropayê kom bibin.

Gelek saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji bo çalakiya Strasboûrgê îro daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Beriya niha me gelek caran bilêvkiribû ku aştiya Rojhilat Navîn bi ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, di vê mijarê de me hem dewleta Tirk a mêtînger, hem Konseya Ewropa û hem jî Parlemetoya Ewropa û saziya CPT’ê hişyar kiribû.” Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ji ber vê sedemê em weke sazî û rêxisitnên navên wan li jêr heyî û îmzeya wê heyî ev 51 roj in li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê pêk aniye. Çalakiya ku gelê me û dostên me piştgirî kirî û bi moral û coşek mezin bi biryardarî dewam dike ketiye pêngavekî nû.”

Di dewama daxuyaniya saziyan de ev tişt hate gotin:

“Xwedîderketina gelê me, serlêdana parlementerên Parlemetoya Ewropa û dostên me yên ji welatên cuda, çalakiya rûniştinê di raya giştî de cihekî mezin girt. Konseya Ewropa û CPT ya ku girêdayî wê tevger dike li hemberî vê çalakiya bi hemû biryardarî dewam dike hê jî bêdeniya xwe didomîne. CPT a di aliyekê de bi vê nêzîtkatiya hevkariya Tirkiye dike û dîsa Konseya Ewropa li hemberî daxwazên me seknekî diyarker raber nekirine. Konsey û CPT ya ku yekane sazîne ku ji ewlekarî û tendurisiya Rêber Apo berpirs in, li gel vê rê nedan ku kesên ewlekariya konê çalakiyê digirin, ketin nava hewldanekê ku konê çalakiyê rake, polîtîkayekî berovajî rol û mîsyona xwe şopandin. CPT û Konseya Ewropa ya ku li şûna dewleta Tirk a dagiker û Erdoganê faşîst bike hedef, mixabin Kurdên ku tevlî çalakiya rûniştinê bûne kirine hedefa xwe. Ev jî baş tê nîşandan ku Konseya Ewropa û CPT hem çavê xwe û hem jî hem jî guhê xwe ji faşîzma Erdogan û dewleta Tirk re digire.

Rayedarên Konseya Ewropa û CPT, Walîtiya Strasboûrg û midûrê emniyetê di bingehê hevkariyê de li dijî çalakiya me derketin. Di 12’ê Kanûnê de ku wê civîn û çavdêriryên Parlamentoya Ewropayê û heta 14’ê Kanûnê bidome ji bo vale derxisitnê zoriyan derdixe.

Ji bo CPT bikeve nava tevgerê di navbera 12-14’ê Kanûnê de wê hevdîtin bêne kirin û bi awayekî girseyî wê Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî, Laz, Êdizî, Elweî, Misilman û nûnêrên saziyan, akademiysen, nivîskar, hunermend, rojnamevan û dostên me yên li Ewropa beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bibin.

Ji bo xwedîderketina li çalakiya Strasboûrgê û valaderxistina polîtikayên hevkar yên qirêj, em bang li hemû şoreşger û demokrat dikin ku di sibeya 12’ê Kanûnê seat 10:00’an de serdana çalakgerên di çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê bikin û ji bo qîrkirina dengê azadiyê ya ji bo Serok Apo û hemû girtiyên di girtîgehan de bang dikin.”

NAVÊ SAZIYÊN BANGA TEVLÎBÛNÊ DIKIN

KCDK-E

TJK-E

KNK

Tevgera Gotan

BAF (Savaşa ve Diktatörlüğe Karşı Avrupa Barış Forumu)- Forma Aşitiyê ya Ewreopa ya li dijî Dîktatoriyê û şer

Endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Goran

YNK Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan

PYD

PJAK

Hizbe Zahmetkeşe Kurd BASUR

Parti Sauze Kurdistan

Hizbe Sosyalist Demokrate Kurdistan

Komela

Yeni Kadın Hareketi – Tevgera Nû ya Jİnan

Tevgera Azadi

Nûnertiya HDP’ê ya Ewropa

PDK-S Partiya Demokrat Kurdiya suriyi

TNK-S (Tevgera Nujen Kurdistani Suri

Ciwanen Azad Jinen Ciwanen Azad

YXK Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê

KKP Partiya Komunîst a Kurdistanê

PIK/ Partiya Îslamiya Kurdistan

Sendîkayên hatîn Sîrgunkirin

HDK-A

YDG / Ciwanên Demokratîk yên Nû

SKB / Yekîtiya Jinên Sosyalîst

YS / Young Struggle

Nûnertiya ESP’ê ya Ewropa

SYKP

DIDF ( Federasyona Saziyên Karker ên Demokratîk)

Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-KON)

Platforma Karadeniziyên Şorşger

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK)

Federasyona Mafên Demokratîk ên Ewropa (ADHK)

Nûnertiya Ewropa- NOR- Zartonk (Ermenî)

Yaşanacak Dünya (Cîhana têde bê jiyîn)

Kongreya Gel a Mezopotamya (MHK) Asûrî)

Meclîsa Sirûniyên Ewropa

Federasyona Yekîtiya Dersîm a Demokratîk ên Ewropa (ADEF)

Partiya Kesk a Çep

Ewropa- Partiya Şoreşger

FIDF

Dildare Jiyane

Navenda Çanda Koçgirî ya Ewropa

Hewldana Gurgumê ya Ewopa

Însyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa

Meclîa Jinên Êzidî

NAV-DEM

CDK-F Fransa

NAV-BEL Belçika

DEM-NET Holanda

Meclîsa Êzidî ya Şengal

KOMAW

CIK

NAV-YEK

FEDA

PKAN-E ( Platforma Kurdên Anatoliya Navîn)

TEV-CAND

MAF-DAD û Parêzerên Rêber Apo

Komîteya Çalakiyê