Sariyildiz 'lêgerîna tazî' ya li Girtîgeha Osmaniyeyê xist rojeva Meclîsê

Sariyildiz 'lêgerîna tazî' ya li Girtîgeha Osmaniyeyê xist rojeva Meclîsê

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, lêgerîna tazî, zext û tecrîda li ser girtiyên siyasî yên ji ber tevlî greva birçîbûnê ya ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bûne ji Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê hatin kirin, ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsî.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, di pêşniyarpirsa xwe de ji Wezîr Bozdag xwest, bersivê bide van pirsan:

"Ji ber tevlî greva birçîbûnê ya ji bo balê bikşîne ser rewşa li Kobanê bûne, ji girtîgehên li Tirkiyeyê bi giştî çend girtî û hikumxwar sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin?

Li gel derfetên teknîka pêşketî jî, çima di lêgerîna tazî ya li ser girtiyan tê ferzkirin, israr tê kirin? Ev pêkanîn wê heta kengî dewam bike?

Der heqê hêzên ewlekariyê û gardiyanên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê, zext li girtî û hikumxwarên lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê ye derketine kirine, di hewldaneke cezakirinê yan jî îdarî hatiye destpêkirin? Eger nehatibe kirin, sedema vê çi ye?

Ji bo bi lezgînî dawî li binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bê anîn, hûnê bikevin nava hewldanan?"