Şaredariya Qeyserî ji ber Geziyê perîşan bûye!
Şaredariya Qeyserî ji ber Geziyê perîşan bûye!
Şaredariya Qeyserî ji ber Geziyê perîşan bûye!
Ji ber piştgiriya bi berxwedana Geziyê re 160 kes doz li wan hatibû vekirin, şaredariya AKP’ê ya bajarê mezin a Qeyserî jî wê wekî “mexdûr” tevlî rûniştina dozê bibe.
Ji ber piştgiriya bi berxwedana parka Geziyê re 160 kesên ku li Qeyserî tevlî çalakiyên piştgiriyê bibûn, bi sedema 9 sucên cuda doz lê hate vekirin. Di dozê de wê serokatiya şaredariya bajarê mezin a Qeyserî wê wekî “Mexdûr” tevlî doza runiştinê bibe. Runiştina dozê wê di 12’ê meha Kanûnê de pêk were.
160 kesên ku ji ber piştgiriya bi berxwedana Gezî re doz lê hatin vekirin, birin miduryeta asayîşê û li wir îfadeya wan hate girtin. Di dema îfadeya wan de ji ber 9 sucên cuda cuda doz li wan hate vekirin.
Wê doz di 12’ê kanûnê roja pênçşemê saet di 09.00’an de li 8. Mehkemeya siza ya Qeyserî were li darxistin. Di doza runiştinê de wê serokatiya şaredariya AKP’ê ya Qeyserî jî wekî “ Mexdur” di dozêde ama de bibe.