LEZGÎN

Şaredariya Cenova ji bo Rojava pakt qebûl kir

Şaredariya Cenova, pakta biratiyê ya bi Herêmên Kurd ên Xweseriya Demokratîk a Rojava re qebûl kir. Li gor paktê, bi vekirina korîdoreke mirovî û piştevaniyê re gihandina alîkariya mirovî û tenduristiyê digire nav xwe.

Şaredariya Cenova, pakta biratiyê ya bi Herêmên Kurd ên Xweseriya Demokratîk a Rojava re qebûl kir. Li gor paktê bi vekirina korîdoreke mirovî û piştevaniyê re gihandina alîkariya mirovî û tenduristiyê digire nav xwe.

Konseya Şaredariyê ya Bajarê Cenova yê Îtalya, xala rojevê ya têkildarî Rojava ku ji aliyê encumenên şaredariyê Lucio Valerio Padovani, Antonio Bruno, Simone Farello, Clizia Nicolella, Gian Piero Pastorino, Enrico Pignone û Paolo Putti ve hat pêşkêşkirin qebûl kir. Pakta biratiyê ya bi Herêmên Kurd ên Xweseriya Demokratîk a Rojava re bi şaredariyên Kantona Kobanê û ya Pirsûs a Bakurê Kurdistanê re hat qebûlkirin.

Li gor paktê, di çarçoveya şaredar û Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya konseya şaredariyê bi vekirina korîdoreke mirovî û piştevaniyê re wê alîkariyên tenduristiyê û mirovî bigihînin. Dîsa hat ragihandin ku di serî de bi gelê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin û yên niha li Kobanê ne pêwîst e bi kantonên din re yên Rojava re di nav piştevaniyê de bin.

Pakt, bi îmzeya her 27 endamên Konseya Şaredariyê di rûniştina îro de hat qebûlkirin.