Şanda BDP’ê ji Îmralî vegerî

Şanda BDP’ê ji Îmralî vegerî

Şanda BDP’ê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê vegeriyan.

Îro di demjimêrên serê sibehê de wekîlên BDP’ê Pervîn Bûldan û Idrîs Balûken ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêkbînin çûbûn Girava Îmralî.

Şanda BDP’ê herî dawî 15’ê Îlonê hevdîtin pêkanî bûn û 7’ê Cotmehê jî birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmed Ocalan hevdîtin pêkanîbû û gotibû, Ocalan dê 15’ê Cotmehê derbarê pêvajoyê de fikir û ramanên xwe aşkera bike.