Sancar, ji bo astengdaran banga seferberiyê kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got: “ Dostaniya astengdaran bifikra bajar ve destpê dike û em serarestkirina guncav a li ser vê esasê ya hemû avahî û rêyan diparêzin. Divê ji vî alî ve sala 2022’an wek sala seferberiyê bê îlankirin”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di ziyareta xwe ya çarçoveya hevdîtinên butçeyê ya Konfederasyona Astengdarên Tirkiyê de kirî, axivî.

Sancar, wiha got: “ Beşek mezin a civakê ji we pêk tê, digel vê jî herî zêde hûn rastî cihêxwaziyê tên, hûn temsilkariya derdora ku rastî neheqiyên tên dikin. Divê dema butçe dihate amade kirin, di serî de astengdar li gorî hemû beşên civakê bihata amade kirin. Di esasê xwe de pêwîste hikûmetê wiha kiriba, bi hemû beşdariya pêkhateyên civakê re butçe hatiba amade kirin.”

‘HEMÛ BUTÇEYÊ, VEDIGUHEZÎNIN ŞER Û RANTÊ’

Sancar ev jî anîn ziman: “ Ji ber li Tirkiyê behskirina demokrasiyê ne pêkane, li vê derê jî ev rêgez tune hate hesibandin. Ji ber bi burokratên xwe re li qesrê butçeyek amadekirin, em ji vê butçeyê re dibêjin butçeya qesrê. Ev butçe li gorî şer, qesr û alîgiran, hatiye amade kirin. Armanca me ew e ku ji bo ev butçe bibe butçeya gel, em ê li meclîsê hemû derfetên xwe bikar bînin. Em di ferqa hemû pirsgirikên astengdaran de ne, ji bo vê jî em xebat birêve dibin. Di vê mijarê de komîsyonek me ya berastengan a ku kedek mezin dide heye, ez ji bo keda wan spasiyên xwe pêşkêş dikim.

Li Tirkiyê têkildarî rêjeya nifûsa astengdaran daneyên bitendûrist tinin. Bi rastî jî îro li Tirkiyê, bi awayek teqez hejmara ku hemû komên astengdar bigire nava xwe tuneye. Li gorî texmîna me di derdora 10 milyonî de ye. Em têkildarî mijarek bi malbatên wan ve ji 3’ê paran yekî eleqedar dike, diaxivîn. Ji bo astengdaran, di butçeya 2022’an de pişka hatî veqetandin di biniya sedî 2’an de ye. Ji bo pêdivî û mafên van derdoran, ev pişk gelek kêm dimîne. Ji bo vê çavkanî heye. Mesela di polîtîkayên şer, rantê û israfê de guhertinan çêbikin, dikarin van çavkaniyan vegerînên gel. Tekoşîna me di vê çarçoveyê de didome.” 

‘DIVÊ EM JI BO BERASTENGAN BIKEVÎN NAVA SEFERBERIYÊ’

Sancar axaftina xwe wiha  berdewam kir: “ Jiyana birûmet û hemwelatiya wekhev paroleya me ya  bingehîn e. Di nava pêkhateyên civakê de yê herî zêde hewceyiya wan pê heyî jî welatiyên me yên berasteng tên.”