Sancar: Em ê teqez bi ser bikevin

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedêriyeke mezin meşa xwe dewam dike û diyar kir ku wê teqez bi ser bikevin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya Mêrdînê û wiha got: "Tişta ku me li Mêrdîn, Nisêbîn û Qoserê dît; zindîbûna hêviyê bû. Hê jî bi biryar meşa xwe didomîne. Desthilat jî dihele û têk diçe. Bi salan e em dibêjin ev desthilat li ser talan û şer ava bûye. Em bi desthilate ku bêderew nikare biqedîne re rûbirû ne."

Piştîn van nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya Mêrdînê de Sancar bal kişand ser pêvajoya şewbê û nêzikbûna hikûmetê ya ji bo wê û derbarê mijarê de ev rexne li hikûmetê kir: "Daneyên ku ji destpêka pêvajoya şewbê ve tên parvekirin derew in. Ne tenê me, gelek saziyan van derewan ji raya giştî re radigihandin û nîşan didan ku çawa bi derewan pêvajoyê bi rê ve dibin. Kesên ku van de eşkere dikin dibûn hedef û weke terorîst dihatin îlankirin. Lê ew jî îro neçar mane ku qebûl bikin ku derewan dikin. Ji bo ku li gorî daneyan alîkariya aborî bikin ji nişkeve 8 mehan jêbirin."

Di berdewamê de Sancar da zanîn ku bingeha desthilatê derew e û ev tişt anîn ziman: "Li civak û welatekî derewek careke tenê dikare bê firotin. Hûn dikarin civakê carekê bi derewên xwe bidin bawerkirin. Êdî hûn nikarin civakê bixapînin. Hê jî ev dane ne ewle ne. Lê tabloya ku hatiye eşkerekirin jî nîşan dide ku rewş çiqas tirsnak e. Gelo fatoreya vê derewê çi ye? Fatoreya vê derewê tenduristiya gel e. Difikirin ku berpirsyartiyê bixin stuyê wezîrekî û xwe jê fêhil bikin. Em ji vê bawer nakin. Bi mezinbûna rêwitiya heqîqetê re desthilat dihele û têk diçe."

Sancar, destnîşan kir ku desthilat derewên xwe di bin navê 'berjewendiyên neteweyî' de vedişêre û ev bang li muxalefetê kir: "Êdî ew dema ku gava berjewendiyên neteweyî tê gotin av diçikê û mirov bêdeng dibin çû. Êdî ew deme tune ye. Çima tune ye? Lewre rêwiyên heqîqetê bi wêrekî têkoşîna xwe didomînin. Serkêşiya rêwitiya heqîqetê HDP’ê dike. Bedêla vê rêwitiyê gelê kurd dide. Ev bedêl vala nayên dayîn. Wê HDP qet paşde gav navêje û gelê kurd qet dev ji têkoşînê bernede. Em bang li wan kesên ku dema qala berjewendiyên neteweyî tê kirin xwe li pişt desthilatê vedişêrin dikin û dibêjin êdî ders derxin. Heke di vir de derewa berjewendiyên neteweyî bê bikaranîn, wê vê têgehê ji bo veşartina hin dereweyên xwe yên din jî bi kar bînin. Êdî şiyar bibin. Heke em van derewên wan têk bibin em ê polîtîkayên wan ên şer û talanê pûç bikin."

Sancar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd bi kedkar, jin, ciwan û her pêkhateyên xwe bi berxwedêriyeke mezin meşa xwe ya rastiyê û azadiyê dwam dike û destnîşan kir ku wê teqez bi ser bikevin.