Sancar: Divê Dadgeha Makeqanûnê doza girtina HDP’ê red bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, parastina ku ji bo doza girtina partiya xwe amade kirine weke "Manîfestoya parastina bawerî û hêviyê ya demokrasiyê" şîrove kir û got: "Divê Dadgeha Makeqanûnê dozê red bike."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar, beşeke mezin a axaftina xwe ji parastina ku ji bo doza girtina partiya xwe amade kirine re veqetand û têkildarî mijarê nirxandinên berfireh kir. Sancar, parastina ku amade kirine weke "Manîfestoya parastina bawerî û hêviyê ya demokrasiyê" şîrove kir û wiha got: "Em spasiya hiqûqnas û akademisyenên hêja dikin ku bûne hevkar. Ev doz ne tenê operasyoneke li dijî HDP'ê ye, lê em dibêjin hewla darbeyekê ye bo qutifandina hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye. Em dixwazin Dadgeha Makeqanûnê (AYM) bêyî bikeve esasê divê dozê red bike û pêvajoyên piştre nede destpêkirin. Daxwaza me ya bingehîn ev e ku me di parastina xwe ya pêşekî de jî vê aniye ziman.”

MIKURHATINÊN EYMÛRÊ KU RÊVEBERÊ MÎTÊ 

Piştre Sancar, bal kişand ser lixwemikurhatinên Rêveberê MÎT'ê Mehmet Eymur û têkildarî mijarê ev tişt got: "Hefteya borî hevpeyvîna bi rêveberê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymûr re hatibû weşandin. Tiştên ku gotin ne nû ne, berê jî tiştên mîna wê gotibûn. Di vê hevpeyvînê de dibêje ku ew tengav bûye, şahidiya min a li ser kuştinan cidî nayê girtin. Bi mînakan rave dike ku dewlet bi rengekî aşkera mirovan çawa dikuje, îşkenceyê li wan dike, yekîneya kontra ya bi navê Gladiyo çawa ava bûye û çend endamên MÎT'ê di medyayê de bi cih kiriye. Bi kurtasî, sûcên gelekî giran qebûl dike. Belê, qebûl dike, lê belê gazinan dike ku raporên nivîsandî û belgeyên pêşkêş kiriye bi kêr nehatine. Ya rast, tiştekî adilane ye ku mirov bibêje careke din li vir pirsgirêkeka mezin heye. Yanî ev ne têkildarî îtîrafan e. Îtirafên bi heman rengî gelekî hatin kirin. Belgeyên bi vî rengî, agahîyên bi vî rengî bi salan e li derdorê digerin. Di dawiyê de şîroveyên Sedat Peker mînak in."

LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ZÊDE BÛYE

Sancar, têkildarî rewşa li girtîgehan jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Pirsgirêkeke din a giran jî binpêkirina mafan û îşkenceya li girtîgehan e. Ev jî gihîştin astên ku êdî mirov nikare tehemul bike. Gelek mînak hene ku di demên dawî de di çapemeniyê de hatine ragihandin. Tevî hemû hewldanên ji bo pêşîgirtinê jî her roj agahiyên nû tên. Ev binpêkirinên mafan nêrîna herî baş a rûyê tazî yê faşîzmê ye. Eger hûn dixwazin rûyê rast ê faşîzmê bibînin, hûn ê destpêkê li şêweyê ku li girtîgehê tê pêkanîn binêrin. Helbet hûn ê li qadên din binerin lê emrê ku li girtîgehan pêk tîne, cewhera faşîzmê bi awayê herî tazî radixe ber çavan. Tişta ku darbeya 12'ê Îlonê kiriye li holê ne. Dema mirov li girtîgehan dinêre dibîne ku ev pergal xwe li wir ava kiriye. Belê, ez dizanim gelek binpêkirin hene. Gelek şerên me hene ku divê em bikin, lê ev dê me ji şer û berpirsiyarîyê dûr nexe. Di vê mijarê de tu hincetek ji bo sistkirina herî biçûk tune ye."

GOTINA KURDISTANÊ NE SÛC E

Di berdewama axaftina xwe de Sancar, nîqaşa ku li peyva Kurdistan tê kirin jî şîrove kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hûn dizanin, li Akademiyê jî bêhiqûqî didome. Akademîsyenekî ciwan ê Zanîngeha Firatê yê bi navê Hifzullah Kûtûm, ji ber tweeta xwe ya "Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan" hat lînçkirin. Derbarê wî de bi hinceta ku 'propaganda terorê teşwîq kiriye' lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Niha, mirov bi kuderê vê bigire. Bi vê hincetê biryara girtinê tê dayîn. Lê belê tê zanîn ku têgîna Kurdistanê li vî welatî ne sûc e. Niha, ez çi mînakan bidim we, pêwistî bi vegera salên damezrîner ên komarê, dewletê nîne. Tenê du mînakên heyî bes in. Yek axaftina Erdogan ku di sala 2013'an de di civîna koma partiya xwe de dike. Belê ew diyar dike ku di zabitên meclisê de gotina Kurdistan derbas dibe. MHP û CHP'a ku li dijî daxuyaniya Kurdistanê derdikevin rexne dike. Erdogan çi dibêje, dibêje ku wê peyva Kurdistanê dê di wan raporên Parlementoyê de bê dîtin. Û bi rengekî sosret koma AKP'ê jê re li çepikan dide. Piştre jî di axaftineke din de wiha got: "Bi tirsê hûn nikarin bibin dewleteke mezin. Yên ji têgehên peyvan ditirsin, yên ku ji tabû û kabûsên ku ji xwe hatine çêkirin ditirsin, nikarin dewleteke mezin ava bikin. Tiştên mezin bi fikrên biçûk nayên kirin'."