Salvegera PKK’ê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgey û navçeya Novîalakasandrovskiyê ya bajarê Stavropal a girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyan pîroz kirin.

ADIGEY

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Agidey ya Rûsyayê dijîn bi çalakiyekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Adigeyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigey û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê ve hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de nûnerên Otonomiya Çanda Kurd û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê ve axaftin hatin kirin.

Piştre hunermned Cevat Merwanî, Roj Azad, Nêrgîz Botan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

NOVÎALEKSANDROVSKÎ

Kurdistaniyên li Novîalaksandrovkî ya girêdayî bajarê Stavropalê dijîn 40’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi çalakiyekê pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novîalaksandrovskî hate lidarxistin. Destpêka pîrozbahiyê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştre siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar, Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Novîalaksandrovskiyê Huseyîn Çerkevoz û Nazê Bazeyova, Alîkarê Serokê Meclîsa Navçeya Novîalaksandrovskiyê Gorovenko Lodmîla li ser girîngiya rojê axivîn. Qisekeran sala 41’an a PKK’ê silav kirin û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kirin.

Piştî axaftinan hunermend Cevat Merwanî, Nêrgîz Botan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.