Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş tê pîrozkirin

Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş tê pîrozkirin

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li navçeya Sêrt Dihê, li navçeya Colemêrg Şemzînanê, li navçeya Şirnex Hezexê, li Qelqelî û Elbak ên Wanê û li navçeyên Stenbol Zeytînbûrnû û Esenyûrtê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di çalakiyan de silav li şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

HEZEX: Li navçeya Hezexa Şirnexê di çarçoveya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê de li Qada Newrozê ya li taxa Atakentê welatiyan xwest ku şahiyek pîrozbahiyê li dar bixe. Lê belê polîs mudaxaleyî gel kir û di encamê de di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Êvarî jî dema ku Hezexiya ji bo pîrozbahiyê berê xwe da qadê û komên muzîkê ji bo şahiyê cîhazên xwe bi keys dikirin gelek maşînên zirxî ketin nav qadê. Polîsan bi hinceta ku şahî bêdestûr tê lidarxistin xwest ku şahî were betalkirin. Girseya ku ji aliyê polîsan ve hat astengkirin li Parka Aştiyê ya li taxa Turgut Ozal gihîşt hev û di kolana Adîle Naşît de meşeke meşaleyî li dar xist. Di dema meşê de girseyê bi pankarta "Ruhê 15'ê Tebaxê dê azadiya Rêber Apo û azadiya Rojava bi xwe re bîne" û wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e' û 'Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan' berz kirin. 

Girseyê berxwedana şervanên YPG'ê ku bi rojan e li hemberî çeteyan gel diparêzin ji bi dirûşma "Bijî berxwedana YPG'ê sîlav kir. Dema ku girse ji bo bi dawîkirina çalakiyê vegeriya Parka Aştiyê polîsan mudaxale kir. Ciwan jî bi kevir û molotofan bersiv da polîsan. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heta derengiya şevê berdewam kir. 

QELQELÎ: Li navçeya Qelqeliya Wanê jî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê li taxa Îstasyonê meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Di nav de Hevserokên BDP'a Qelqeliyê Cîhan Hamzaogulari û Hatîce Candemîr, endam û rêveberên MEYADER, BDP'ê jî heyî gelek kes tevli meşa meşaleyî bûn. Welatiyê ku bi meşaleyan meşiyan bê navber dirûşmên wekî 'Bijî Serok Apo', Bê Seok jiyan nabe', 'Bijî berxwedana YPG'ê', "PKK gel e gel li vir e' berz kirin. Di axaftian ku berî meşê hat kirin de Hatîce Candemîr li ser girîngiya 15'ê Tebaxê rawestiya û wiha got: "15'ê Tebaxê ku ji bo gelê kurd tê wateya vejînê em bi coşeke emzin pîroz dikin. Em berxwedana gelê kurd ê bêhempa silav dikin." Piştî axaftinan ji taxa Îstasyonê heta ser riya Wan-Îranê meşa meşaleyê hat lidarxistin. 


ELBAK: Rêxistina BDP'ê ya Elbakê li ser kolana Kadîr Saruhan bi minasebeta pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê şahiyekê li dar xist. Di şahiyê de ligel endam û rêveverên BDP'ê, şaredarên BDP'î, endam û rêveberên HDP'ê û sazî û dezgehên sivîl jî di nav de gelek kes 15'ê Tebaxê li gelê kurd pîroz kir û Şoreşa Rojava jî silav kirin. Di şahiyê de wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e' , "Şehîd namirin", "Bijî YPG" û 'Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan' berz kirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir bi axaftinên li ser girîngî û wateya 15'ê Tebaxê berdewam kir. Piştî axaftinana Elbakiyan li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, Şahî heta derengî şevê dewam kir. 


ZEYTÎNBURNU: Li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê li Parka Ziya Gun'ê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku hat lidarxistin de posterên Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) û alên PKK'ê hatin vekirin. Beriya ku pîrozbahî destpê bike ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz hat girtin. Girseya ku tevli pîrozbahiyê bû bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'Bijî berxwedana Rojava' û 'PKK gel e gel li vir e' berz kirin. Di şahiyê de serokê BDP'a Zeytînburnuyê Îsmet Çetînkaya da zanîn ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê kurd roja vejînê ye û wiha got: "Bi vê pêvajoyê re dê gelê kurd û têkoşîna wî hêj bêtir mezintir bibe." Çetînkaya êrîşên li ser Rojava jî axivî û ev nirxandir kir: "Di alema Îslamê û Quran'ê de êrîşeke wisa tuneye. Em van êrîşên li ser gel tên kirin şermezar dikin. Piştî Çetînkaya endamê Meclisa BDP'ê Înan Kizilkaya axivî û da zanîn ku 15'ê Tebaxê ji bo azadiya gelê kurd roja rûmetê ye û wiha got: "Ji çiya heta zindanan, ji zindanan heta Îmraliyê em 15'ê Tebaxê silav dikin." Piştî axaftinan li ser navê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ciwaneke axaftineke kir û wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelê kurd e û em vê şoreşê silav dikin." Pîrozbahiya ku hunermendên Navenda Çandê ya Med'ê jî tevli bibûn heta derengiyê şevê berdewam kir. 

ESENYURT: Li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê ji aliyê BDP'a navçeyê ve pîrozbahiyeke hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku hat lidarxistin de bi hezaran welatî gihîştin cem hev û 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Welatiyên ku tevli pîrozbahiyê bûn li cihê qadê pîrozbahî hat lidarxistin pankartê ku li serê 'Bi ruhê 15'ê Tebaxê, Şoreşa Rojava silav dikin' dinivîsî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK'ê hatin vekirin. Di şahiyê de BDP'a Beylîkduzu, Buyukçekmece û Avcilarê jî cihê xwe girtin. Bi gotina stranên Koma Tîna Rojê girseyê bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'Dîsa dîsa serhildan' û 'Başûr, Bakur, Rojhilat Apo Serokê welat' berz kir. Di şahiyê de rêveberê BDP'a Stenbolê Gulum Bayram axivî. Bayram da zanîn ku 15'ê Tebaxê bûye bersiva darbeya 12'ê Îlonê ku li zindanan, zilm û îşkence li ser şoreşgeran dihat meşandin. Piştî Bayram Endamê Meclisa BDP'ê Nîzamettîn Ozturk axivî. Oztur destnîşan kir ku gelê kurd dê bi çanda xwe bersivê bide mêtingeran. Pîrozbahî heta derengiyê şevê berdewam kir.