BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Viyanayê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li paytext Viyanayê ji aliyê hezar kesî ve hate pîrozkirin.

38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coş hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de li peyama bi dîmen a Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû hate temaşekirin. Piştre Kawa Ûrmiye, Azad Karahan, Hozan Comert, Hîcron û Koma Dem derketin ser dikê.

Her wiha Koma Govendê ya Raperîn û Koma Govendê ya Arîn Mîrkan govenda ji herêmên Wan û Rojava pêşkêş kirin.

Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" qîriya. Roja Sor a Kurdistanê jî li vê derê stand vekir.