Salvegera damezrandina PKK’ê bi meşa meşaleyî hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK’ê bi meşa meşaleyî hate pîrozkirin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya 36. salvegera damezrandina PKK’ê meşek meşaleyî pêk hat û li ber nîzamiya Wargehê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şeva 26’ê Mijdarê bi boneya 36. salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê ji aliyê Komalên Ciwan ve meşek meşaleyî pêk hat. Di meşa saet 18:30’an li ber saziya Komaleyên Ciwan bi tevlîbûna hezaran ciwanan destpê kir.

Di meşê de alên PKK’ê, KCK, HPG û Komalên Ciwan hatin hilgirtin. Her wiha wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser nivîsa ‘Ciwanên Kurdistanê wê bi ruhê Apoyî Şoreşa Kurdistanê bi ser bixin’ hilgirtin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ qîr kirin.

Meşa ku heya nîzamiya ketina wargehê dom kir, li vir merasîma vekirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêk hat. Di vekirina wêneyê Rêber Gelê Kurd Ocalan dirûşm hatin qîrin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Li pey merasîma vekirina wêneyê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşê ber bi saziya Komeleyên Ciwan dom kir û li vir li ser girîngiya rojê û rola ciwanan a di avabûna PKK’ê de axaftinek hate kirin û agir hate pêxistin. Ciwanan heya derengiya şevê dîlan girtin û stran gotin.