BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PJAK'ê li Frankfûrtê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya ji aliyê Komîsyona PJAK'ê ya Frankfûrtê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat organîzekirin, bi tevlîbûneke girseyî saet di 17:00 de destpê kir. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, ji Meclîsa PJAK'ê Ehwen Çiyako axivî û got, "Em îro ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê me û salvegera damezrandina PJAK'ê li hev kom bûne. Rêber Apo bûye ronahî ji gelên Rojhilata Navîn re. Lîderekî ji aliyê hemû gelan ve hatiye pejirandin. Beriya 30 salan bi komek hevalên xwe ev tevger da destpêkirin û li çar parçeyan teovên azadiyê reşand. Ew tov îro şîn bûn û veguherîn şoreşê. Îro li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke gelekî mezin heye. Weke gelê Kurd em êdî rêveberiyên xwe, xweseriya demokratîk li her parçeyî didin rûniştandin. Weke PJAK'ê jî me li Rojhilat gelek serketin bi dest xistin. Her çend dewleta Îranê di sedsala 21'an de hevalên me bi rengekî wehşî îdam dike jî, em têkoşîna wan mezin dikin û em ê mezin bikin."

Di çalakiyê de nûnerên YNK, Tevgera Goran, Partiya Komunîst a Îranê, Komala û Kejarê axivîn û salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kirin.

Çalakî bi sînevîzyona li ser Rojhilat û stranan bi dawî bû.