Salvegera Şoreşa Rojava li Lîmassolê hate pîrozkirin

Salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê hate pîrozkirin.

Bi hezaran Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê ya li bajarê Lîmassol ê Qibrisê li hev kom bûn û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Nûnerê PYD'ê yê Qibrisê Yasîn Tarbouch destpêkê axivî û diyar kir, Şoreşa Rojava ku li Rojhilata Navîn stêrkeke bi şewq e, hîn jî didome. Tarbouch diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst wê têk biçe.

Piştî axaftinan li peyama Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso hate guhdarîkirin.

Piştre Koma Çanda Theofîlosê derkete ser dikê.

Endamê Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê Îsmaîl Eker, hunermend Salîh û Binevş Roj hunera xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.