Salvegera 40'î ya Komkujiya Mereşê
Dewletê piştî 13 salan doza Komkujiya Mereşê girt û bi hêza ji vê yekê wergirtî, piştî du salan li Sêwasê komkujiyeke din kir. Koalîsyona kiryarên komkujiyê piştî 40 salan niha desthilatdar e.
Dewletê piştî 13 salan doza Komkujiya Mereşê girt û bi hêza ji vê yekê wergirtî, piştî du salan li Sêwasê komkujiyeke din kir. Koalîsyona kiryarên komkujiyê piştî 40 salan niha desthilatdar e.
Êvara 19'ê Kanûna 1978'an, li Sînemaya Çîçekê ya li Mereşê, fîlmê 'Zeynel île Veysel' dihate naskirin. Lê ji nişka ve fîlmê 'Guneş ne zaman dogacak' hate nîşandan. Di vî fîlmê nîjadperest de ku qala têkoşîna Tirkên Qirimê ya li dijî Rûsyayê dikir, sixêf li komunîzmê dikir û bi rêya vî fîlmî mesajek ji çepgirên wê wextê re dihate dayin.
Dema ku ciwanên neteweperest li vî fîlmî temaşe dikirin, bombeyeke deng a ku tesîra wê gelekî kêm bû hate teqandin. Qelebalixiya ku sînema tevlîhev kir, derket derve û got, 'Çepgiran bombe avêtin sînemayê'. Ev gotin di demeke kin de li tevahiya bajêr belav bû. Girseyên qelebalix derketin kolanan û bi gotina 'Em Elewiyan naxwazin' hewl dan gel sor bikin. Endamên Komeleya Ciwanên Neteweperest (UDG) ji navçeyên derdorê hatin anîn û bi vî rengî hejmara faşîstan zêde bû. Bi dirûşma "Xwîna me biherike jî serketin a Îslamê ye" dest bi êrîşê kirin.
Serkêşê van êrîşan jî Serokê UDG'ê yê Kahramanmaraşê Mehmet Leblebîcî û Alîkarê Serok Mûstafa Kanlidere bûn ku pişte navê wan di nava siyasetê de gelekî hate bihîstin. Yê ku bombe li sînemayê teqand jî Okkeş Kenger bû.
WEAZA 'ELEWIYAN BIKUJIN'
Êvara 20'ê Kanûnê, bombe li qehwexaneyeke Elewiyan hate teqandin. Bi dehan kes birîndar bûn, lê ji tirsa nekarîbûn biçin nexwşexaneyê. 21'ê Kanûnê 2 mamoste hatin kuştin.
Bûyerên ku di merasîma cenazeyên mamosteyan de qewimîn, nîşan didan bê piştre wê şîdeteke çawa rû bide. Meleyê Mizgefta Baglarbaşi ku cenaze wê ji wir bihat rakirin Mûstafa Yildiz ev weaz dida: "Bi girtina rojiyê, bi kirina nimêjê mirov nabe hecî. Kî Elewiyekî bikuje mîna ku pênc caran çûbe hecê, xêrê dike. Divê hemû birayên me yên olî, li dijî hikumetê, komunîzmê û bê ol, rabin ser piyan. Em ê Elewiyan û Sûniyên bê îman ên CHP'î yên li dora xwe paqij bikin."
Yên ku piştî weazê belav bûn gotin, 'Nabe ku nimêj li ser cenazeyê Elewiyan bê kirin' û êrîş birin ser cenaze û kesên tevlî merasîmê bûne. Faşîstên ku qîma xwe bi vê neanîn, ber bi navneda bajêr ve meşiyan û êrîşî kargehên Elewiyan kirin. Wê rojê 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
KOMKUJIYA MEZIN DEST PÊ KIR
Roja din, faşîstên ku rahiştibin çekan bi gotina 'Elewî wê êrîş bikin' mesaj didan her kesî ku rahêjin çekê. Ne tenê mesaj hate dayin, bi rengekî girseyî çek li taxên Sûniyan hatin belavkirin. Ji wê kêliyê û pê ve komkujiya mezin dest pê kir. Belasebep êrîşî komunîstan, çepgiran û Elewiyan kirin. Xera kirin, şewitandin û kî diketin ber, ew dikuştin.
Emniyet bû saziya destpêkê ku li gorî qedexeya derketina derve tevgeriya. Ji Enqereyê ne alîkariya leşkerî dihat, ne jî mijar ketibû rojevê. Ji bilî nîjadperestên ku bi qemyonan hatin bajêr, kesekî din nehatibû bajêr.
Di serî de taxên Yenîmahalle, Serîntepe, Magarali, Karamaraş, Yorukselîmê faşîstan ji çar aliyan ve êrîşî hemû taxên Elewiyan ên li bajêr kirin. Destpêkê işaret danîn ser deriyê malan, piştre jî gule li wan reşandin, bombe kirin, agir berdanê û talan kirin. Ji ber ku alîkarî nedihat, birîndar li şûna xwe canê xwe dan. Yên ku hewl didan biçin nexweşxaneyan dibûn hedefa guleyan. Cenazeyên li erdê nekarîbûn bihatina rakirin. Jin, zarok, ciwan, extiyar, cudanî, nexweş, mirov yek bi yek di nava lepên mirinê de hatin hiştin.
Li gorî hejmara fermî, di Komkujiya Mereşê de 111 kes mirin. Li gorî çavkaniyên ne fermî herî kêm 500 kes mirin. Zêdeyî 200 mal û 70 kargeh hatin xerakirin. Roja 26'ê Kanûnê Elewiyekî bi tenê jî li bajêr nemabû. Yên sax man, ji bajêr reviyan.
Medya Tirk ev yek mîna şerê çepgir-rastgiran diweşand. Medyaya nîjadperest digot ku kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane ne sivîl in.
DEWLETÊ ÇI VEŞART?
Doza komkujiya Mereşê heta sala 1991'ê dewam kir. Zêdeyî 800 kes hatin darizandin. Bersûcê herî li pêş ê komkujiyê Okkeş Kenger (Piştre navê xwe kir Şendîller) weke ku tevlî pevçûneke ji rêzê ya li taxekê bûye, hate parastin û beraat kir. Sala 1991'ê ji Partiya Refahê bû wekîlê Kahramanmaraşê. Ev şexs her tim weke maşika komkujiyê, weke kujerekî hate bîranîn. Hevalên wî jî bûn desthilatdar. Unal Osmanagaoglû, Halûk Kirci, Bunyamîn Adanali, Ahmet Ercument Gedîklî... Piştî ku bi belgeyan eşkere bû ku ev kesên navê wan hate gotin di dema komkujiyê de li Mereşê bûn, dosya dozê hate veşartin. Di çarçoveya Qanûna Têkoşîna dijî Terorê de doz hate girtin.
Doz sala 1991'ê hate girtin. Dewleta ku hêz ji girtina dosya dozê girt, piştî 2 salan, 2'ê Tîrmeha 1993'an vê carê li Sêwasê dijminatî li Elewiyan kir.
Dîrokê nîşan da ku eger di komkujiya Mereşê de darizandineke adîl bihata kirin, li Sêwasê bi dehan mirov nedihatin kuştin.