Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Moskowayê hate pîrozkirin
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Rûsya Moskowayê hate pîrozkirin. Qisekeran gotin, PKK tevgereke gel e û gel xwedî lê derdikeve.
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Rûsya Moskowayê hate pîrozkirin. Qisekeran gotin, PKK tevgereke gel e û gel xwedî lê derdikeve.
Kurdên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê, ji bo salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz bikin li salona konserê ya Mala Çandê ya Lûnaçerskiyê li hev civiyan. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan ve hate organîzekirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aaram, Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulselam Elî, Nûnerê YNK'ê yê li Rûsyayê Şaxawan Herkî û nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskowayê li ser wate û girîngiya rojê axivîn.
Qisekeran salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê silav kirin û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kirin.
Di pîrozbahiyê de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nivîsandî ku bi Rûsî hatine wergerandin, her wiha pirtûkên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin nîşandan.
Piştî axaftin û peyaman koroya zarokan, Cewad Merwanî, Nesrîn Mûhammed, Armen Geloyan û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendan govend gerandin û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.