Salvegera 25'an a damezrandina KNK'ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera 25'an a damezrandina xwe li Silêmaniyeyê pîroz kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 25’emîn salvegera xwe bi beşdarbûna endam û hevserokên KNK’yê û nûnerên aliyên siyasî li Silêmaniyê pîroz kir.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdanên rêya azadiya Kurdistanê, Hevseroka KNK’yê Zeyneb Muradê axaftinek pêşkêş kir û 25’emîn salvegera KNK’yê li gelê Kurd pîroz kir û amaje bi yekbûn û yekdengiya hemû Kurdan kir û wiha got: “Îro dagirkerî  û gelek komplo li ser gelê Kurd û Kurdistanê hene, lewma niha ji her demê zêdetir me pêwîstî bi yekdengî û yekhelwestiyê heye.”

Hevseroka KNK’yê Zeyneb Muradê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hilbijartinên li başûrê Kurdistanê êdî neyên paşxistin.

Piştî temambûna axaftinan li ser dîroka damezrandina KNK’yê û xebat û çalakiyên wê belgefîlmek hate nîşandan. Piştre peyamên aliyên siyasî yên Kurdistanê hatin xwendin û pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.