Salih Muslim ji ANF'ê re qala lîstika dewleta Tirk a li Pragê kir

Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim, piştî ku du rojan li paytexta Çekya Pragê di binê çavan de ma ji ANF'ê re axivî. Muslim qalê kir bê çawa hate binçavkirin.

Li gorî Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim, Tirkiye dixwaze dengê Efrînê yê li Ewropayê bibire.

Hûn çima çûn Pragê?

Konferanseke taybet hebû. Saleke dihate lidarxistin. Bi navê Bakurê Sûriyeyê em li wir bûn. Me hin hevdîtin kir.

Di roja çendan a civînê de hûn hatin binçavkirin?

Di roja çaran de. Rojad awî bû. Civîn qediya bû. Piştî rojekê danê sibehê diviyabû vegeriyam.

Li ku derê ew binçav kirin?

Li otelê.

Kî hatin otelê? Kîjan sedem danîn pêşiya we?

Polîsên Çekê bûn. Gotin, "Di destê me de biryara girtina we heye." Belgeyek ji dadgehê hatibû.

Gotin ku daxwaz ji Tirkiyeyê hatiye?

Belê gotin. Gotin ku bi daxwaza dewleta Tirk ev bûyer diqewime.

Dema ku we binçavkirin, bi çi rengî nêzî we bûn?

Prosedureke normal bû. Lêpirsîn tine bû. Yekser derxistinp êşberî dadgehê. Lê belê binçavkirin 2 rojan dewam kir.

Demeke dirêj e hûn li Ewropayê ne. Çima rewşeke bi vî rengî li Çekya hate serê we?

Pêwendiya xwe bi rêxistinbûna Tirkiyeyê, bi têkiliyên xwe yên îstîxbaratî heye. Li hin cihan têkiliyên xwe hene. Li cihê ku sist dibîbinin hewl didin lê bidin. Em zanin ku îstîxbarata Tirk li gelemperiya Ewropayê belav bûye. Çalakiyên leşkerî yên mîna li Kurdistan an jî Sûriyeyê nikarin li Ewropayê bikin. Lê belê ya ku dikin, dek û dobalên îstîxbaratî ne, têkiliyên îstîxbaratî ne. Li cihê ku hin organên dadgeriyê qels dibînin, hewl didin jê sûdê bigirin. Lê belê dadgeriya Çekê hişyar bû, bi vê lîstikê zanîbû. Ji ber vê yekê serbest berda.

Dewleta Tirk beriya ku hûn bên binçavkirin, ji bo girtina we xelatek danîbû. Bi dîtina we, xeterî li ser jiyana we heye?

Çi ji destê Tirkiyeyê bê dikare bike. Ev yek her tim ji wan tê. Bi lîstikên qirêj li cihê ku qels dibînin dixwazin bigirin. Yên ku derdikevin nêçira mirovan, rêxistinên dûrî ji pîvanan e. Sûcdarên krîmînal ancax li pey tiştên wiha bikevin. Lê belê li nava dadgeriyê, bi taybetî li Ewropayê bersiva vê yekê nîne.

Piştî ku hûn hatin berdan, tiştekî ku hûn pê ketin gumanê yan jî weke gefekê we dîtin rû da?

Ji ber ku polîsan (Çekya) tedbîrên tund girtin û di vê de israr kirin, em xistin nava gumaneke wiha. Xuya ye hin tiştên em pê nizanin, lê belê polîs pê zanin û ji me re negotin, hene. Polîsên Çekya tedbîrên gelekî tund girtin û heta em ji wir derket, bi me re tevgeriya. Bêguman sedemên cuda yên vê yekê hene.

Kelepçekirina destê we û bi vî rengî anîna we rê li ber nerazîbûnên zêde vekir.

Dema ku binçav kirin kelepçe bi kar neanîn. Tenê dema birin dadgehê ji bo 15 deqeyan kelepçe bi kar anîn. Dema ku li ber rabûm, gotin usûl wiha ye. Nizanim bê wateyeke xwe ya din heye yan na. Ji bo wan wateyeke xwe hebe nizanim, lê ji bo me ti wateyek cuda di navbera kelepçekirî ya ne jî nekelepçekirî de nîne. 

Têkiliya binçavkirina we bi dagirkirina Efrînê heye?

Bêguman heye. Ji ber serketina berxwedana Efrînê, Tirkiye ewqasî dîn û har bûye. Li wir winda dikin. Berxwedana li wir gelekî bi heybet e. Em dengê Efrînê yê li Ewropayê ne. Dengê qîrîna mirovên li wir, dengê jin û zarokên li wir, em in. Hewl didin me bêdeng bikin. Lê belê nekarîn. Bi ser neketin.

Mijare hate ser Efrînê. Gelo Tirkiyeyê çima êrîşî herêmeke herî ewle û aştiyane ya Sûriyeyê kir?

Ji ber ku gelek komên mîna DAÎŞ'ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn li gelek cihan winda kirin, Tirkiye dîn û har bûye. Li Kobanê têk çûn, li Reqayê têk çûn, li Dêra Zorê têk diçin. Ji bo vê rizgar bike Efrîn nuqteya dawî ye. li Îdlibê hemû komên terorîst bi Tirkiyeyê ve hatine girê dan. Ev yek wa tengav dike. Ji bo çareyekê ji vê re bibîne di ser Tirkiyeyê re zextek heye. Dixwazin wan tengav bikin û berê wan bidin Efrînê. Hemû bermahiyên DAÎŞ'ê yên ji Kobanê, Reqa û Mûsilê kom kirin, bi rêxistin kirin û bi wan re êrîşî Efrînê dikin. Dixwazin Efrînê bi dest bixin, demografiya wAê biguherînin û hêzên li gorî dilê xwe lê bi cih bikin.

Wê karibin vê bikin?

Bêguman ji wan nayê. Berxwedana gel gelekî bi heybet e. Çi dibe bila bibe, wê nikaribin bi ser bixînin.

Rûsyayê çima bi vî rengî tevgeriya?

Di binê maseyê de berjewendiyên xwe yên cuda hene. Dibe ku meseleya Gazê be. Berjewendiyên aborî hene. Rûsya ji ber vê yekê dengê xwe nake. Rûsya bi rastî jî pîvanên xwe binpê dike. Îdîa dike ku dixwaze yekparebûna axa Sûriyeyê biparêze, lê va ye Tirkiyeyê Şehba bi dest xistiye. Hatiye dagirkirin. Niha jî dixwaze Efrînê dagir bike. Di vir de berpirsyariyeke Rûsya heye û êdî divê tiştekî bike. Lê bêdeng e. Nizanim êdî çi berjewendiyên xwe hene.

Tifaqa Tirkiye-Rûsyayê dikare bidome?

Bi dîtina min stratejîk nîne. Em meseleyeke berjewendiyan e û demkî ye. Tirkiye wê rojekê bibe belayê serê Rûsyayê. Tirkiye bi vê polîtîkaya xwe gefê li aştiya tevahiya cîhanê dixwe. Ya ku li wir nikare bike, hewl dide bi lîstikên îstîxbaratê li Ewropayê bike. Hem wê derê hem jî Ewropayê tevlîhev dike. Cîhan nikare xwe li ber vê rabigire û wê li cihekî bêje 'bisekine'.

Rewşa Efrînê wê bandoreke çawa li herêmên Cerablûs û Babê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin bike?

Li van herêman ne tenê Kurd hene. Tevlîhev in. Wê rojekê dor bê van herêman jî. Kes wê bêdeng nemîne. Ev herêmên navborî wê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de nemînin.

Herî dawî, hûn şandina hêzên rejîmê ji bo Efrînê çawa dibînin?

Me her timî got ku em parçeyekî Sûriyeyê ne. Em naxwazin ji Sûriyeyê qut bibin. Wezîfeyeke wan heye. Parastina sînor meseleyeke serweriyê ye. Mixabin gelekî sist in.

Çima? Gelo ji wan nayê?

Nizanim bê ji wan tê yan nayê. Lê belê qet nebe dibe ku dixwazin ji Rûsan erêkirinê bigirin. Ji bo vê jî dek û dobalên gemarî digerin.