Salih Muslim çima çû Pragê û çawa hate binçavkirin?
Salih Muslim ku ji bo tevlî konferanseke girîng bibe çûbû Pragê û li wir hatibû binçavkirin. Eşkere bû, AKP'yiyekî giliyê Muslim kiriye ku ev şexs yek ji beşdarên heman konferansê bû.
Salih Muslim ku ji bo tevlî konferanseke girîng bibe çûbû Pragê û li wir hatibû binçavkirin. Eşkere bû, AKP'yiyekî giliyê Muslim kiriye ku ev şexs yek ji beşdarên heman konferansê bû.
Hevserokê berê yê PYD'ê û Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim êvara Şemiyê li paytexta Çekya Pragê hate binçavkirin. Muslim ji bo tevlî konferanseke gelekî girîng a navneteweyî bibe li paytexta Çekya bû.
Konferansa ku Muslim tevlî bû ev 20 sal in tê lidarxistin. Di konferansê de li ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û welatên cuda yên cîhanê nîqaş û pêşkêşî tên kirin. Konferansê hefteya bihurî dest pê kir. Ji bilî Muslim siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyenên ji çar parçeyên Kurdistanî jî lê amade bûn.
Wekî din rayedarên payebilind ên ji Sûriye, Îran, welatên Kendavê, Îsraîl, DYA, nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê, Iraq, Erebîstana Siûdî û Tirkiye jî hatibûn vexwendin û lê amade bûn.
Konferans ji aliyê saziyeke navneteweyî ve tê organîzekirin ku ev sazî giraniyeke xwe heye. Lê belê naxwaze ku navê wê bê eşkerekirin. Her wiha qedexe ye ku di vê konferansê de wêne ya jî dîmen bê kişandin. Wekî din qedexe ye ku li ser nîqaş û pêşkêşiyên li konferansê tên kirin agahî ji derve re bê dayin. Yanî pîvanên Chatham House li konferansê derbas dibe. Beşdarên konferansê, di dema konferansê de tevlî hin civînan dibin û hin rêyên diyalogê vedikin. Lewma konferans girîng tê dîtin.
Nêzî 400 kes ji bo vê konferansê hatibûn vexwendin. Salih Muslim jî yek ji van vexwendiyan bû û weke yek ji mêvanên herî girîng hate pêşwazîkirin. Li vê derê hin hevdîtin kir û tevlî civînan bû. Li ser pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bo beşdaran pêşkêşiyeke berfireh kir.
Ji Tirkikyeyê jî hin kes tevlî konferansê bûn. Di nava heyeta Tirk de ku ji kesên desthilatdariyê, mûxalefet û derdora cuda pêk dihat, Şaredarê berê yê AKP'yî yê Yalovayê Barbaros Bînîcîoglû jî hebû. (Ji ber pîvanên konferansê em navên din nanivîsînin) Bînîcîoglû wêneyên Salih Muslim kişand û piştî rojekê destûr stand û ji konferansê derket. Heman piştî derketina wî, wêneyên Muslim li medya AKP'ê hatin weşandin.
Piştî ku wêneyên Muslim hatin weşandin, polîsên Çekyayê tedbîrên ewlekariyê yên li otelê bi taybetî jî ewlekariya Muslim xurtir kirin. Lê belê lobiya Tirk kete dewrê û li nava burokrasiya Çekya û Înterpolê kete nava hewldana û kir ku Muslim bê binçavkirin. Tê gotin, di mijara binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Muslim û derxistina wî bi rengekî kelepçekirî li pêşberî dadgehê de, têkiliyên mezin ên bazirganiyê roleke girîng lîstine.
Hem saziya ku konferans organîze kir, hem jî rêveberiya Çekya li pêşberî binçavkirina Muslim mat man. Pîvanên konferansê cara yekê bû ku di vê astê de dihate binpêkirin û yek ji beşdarên girîng ên konferansê li kiryareke wiha rast dihat. Ji ber vê bûyerê, ji niha ve tê nîqaş kirin ku konferans careke din li Pragê bê kirin an neyê kirin.