Salekê zêdeyî 3 hezar carî mafên mirovan hatin binpêkirin

Li gorî rapora sala 2020'î ya TÎHV'ê, 3 hezar û 291 carî mafên mirovan hatin binpêkirin û êşkence li 404 kesî hate kirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rapora Mafên Mirovan a Sala 2020'an a Tirkiyeyê weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku kovîd-19 ji bo navendîbûn û mîllîtarîzmê weke firsend hatiye nirxandin û ev tişt hat gotin: "Desthilatê ji aboriyê heta tenduristiya civakê hemû pirsgirêkên welat kir pirsgirêka ewlehiyê, hem li welat hem jî li derveyî welat tundî ji xwe re kir esas, di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên navneteweyî de şer kir polîtîkayeke yek alî. Di bingeha binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê de ev sedemên herî girîng in."

Li gorî raporê; mafê jiyanê yê 3 hezar û 291 kesan hatiye binpêkirin, êşkence li 404 kesî hatiye kirin, ji endamtiyê hezar û 865 kes û ji çalakiyan jî 2 hezar û 14 kes hatine destgîrkirin.