Sala 40’an a PKK’ê li Osloyê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Oslo û derdorî wê dijîn sala 40’an a PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Şeva şahiyê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li paytext Oslo ya Norveçê hate organîzekirin li Salona Civakî Skedsmo hate lidarxistin. Şeva şahiyê ya ku nêzî 500 kes tevlî bûn de, Kurdên ji çar parçeyên Kurditan û dostên wan ên Norveçî tevlî bûn.

Di şeva şahiyê de Hevserokê Meclîsa Osloyê Beger Muhammed Kurdistanî û siyasetmedara Kurd Hava Tarakçî axivîn.

Kurdistanî di axaftina xwe de bal kişand ser rola têkoşîna azadiya Kurdistan û jina Kurd, her wiha besa zextên rejîma Tirk û Îranê ya li ser jinan jî kir.

Tarakçî jî bal kişand ser têkoşîna 40 salan a PKK’ê û rêxistina jina Kurd. Tarakçî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî şermezar kir û diyar kir ku divê bi lezgîn ev tecrîd bi dawî bibe.

Di şahiya heta saetên direngî dom kir de sînevîzyoneke ku têkoşîna 40 salî ya PKK’ê îfade dike hate nîşandan. Her wiha di şevê de hunmend Diyar, Hozan Sosin, Neçmedîn Xolamî, Welat Kobanê û koma Çandê ya NCKD a Osloyê jî bi stranên xwe salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.