Sala 2020'an 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê ragihand ku sala 2020'an 49 girtî ji ber bêtedbîriyê jiyana xwe ji dest dan û hişyarî da ku pirsgirêk girantir dibe, çareserî nayê afirandin.
Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê ragihand ku sala 2020'an 49 girtî ji ber bêtedbîriyê jiyana xwe ji dest dan û hişyarî da ku pirsgirêk girantir dibe, çareserî nayê afirandin.
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo pêşî li mirinên li girtîgehan were girtin û mafê jiyanê were parastin li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.
Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi guhertina qanûna înfazê ya di nîsana 2020’an de ket meriyetê cihêkarî hatiye kirin.
Turkdogan anî ziman ku bi guhertina qanûnê lîderên rêxistinên sûc dikin hatine berdan û rojnamevan, parêzer jî di nav de girtiyên siyasî nehatin berdan û tevî ku bê sûc in jî nayên berdan û ragirtina wan didome.
Turkdogan da zanîn ku lîderê rêxistina sûc Alaatîn Çakici yê bi guhertiya qanûna înfazê hatiye berdan û îro radibe ku siyasetmedaran tehdît dike, piştre jî radibin li vî welatî behsa edaletê û hiqûqê dikin.
Turkdogan got sedema mirinên li girtîgehan qanûnên newekhev in û însanên li girtîgehan tên ragirtin dikin qûrbanê “siyaseta kurmî.”
Endama Komîsyona Girtîgehan Dîlan Ateş jî daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin û wiha got: “Pirsgirêkên ku girtiyên nexweş pê re rûbirû mane her ku diçin zêde dibin û mixabin tu çareseriyek bi tenduristî jî nayê hilberandin. Li gorî daxuyaniya me ya meha adarê li girtîgehên Tirkiyê 591 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hebûn. Li gorî tespîtên me yên îro hejmar zêdetir bûye. Lê em dizanin ku hejmara girtiyên nexweş bi ser tespît ango daneyên bi me re ne. Li girtîgehan paqijî nemaye. Bi guhertina qanûna înfazê re wekhevî ji holê hat rakirin. Piştî guhertina yasaya înfazê di nîsana 2020’an de ketiye meriyetê heta îro 4 girtiyên nexweş ên bi ser 70 salî re jiyana xwe ji dest dane. Li girtîgehên Tirkiyê ji serê sala 2020’an ve heta niha 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dane."