‘Sala 2018’an ew ê bibe sala hesabpirsînê’

PAJK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî û got, “Ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinan wê sala 2018’an bibe sala hesabpirsîna qetlîamê.”

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di sala 6’emîn a şehadeta avakara partiya me û nasname ya têkoşîna me ya azadiyê ya jinan Sara-Sakîne Cansiz, kadroya me ya pêşeng a Tevgera Jinan Fîdan Dogan û pêşenga me ya ciwanan Leyla Şaylemez, em wan bi hurmet bi bîr tînin. Em Erdogan ê ku biryara qetlîamê da û MÎT’ê ya ku ev qetlîam pêk anîye, em dewleta Tirk bi nefret şermezar dikin.

‘EW Ê KUJER HESAB BIDIN’

Ji ber ku ev qetlîam di nav sînorên Fransayê de pêk hatiye, dewleta Fransayê jî dibe şirîkê sûc. Di sala 6’emîn a qetlîamê de bêdengiya Fransayê û mirina Omer Guney ê ku têtikkêşê vê qetlîamê ye, kûrahiya planan derdixe holê.

Bi qetilkirina Sara-Sakîne Cansiz re xwestin êşeke mezin bidin Rêbertî û tevgera me. Guleyên li rêheval Fîdan û Leyla hatine barandin, wekî ku li têkoşîn û îradeya jinan hatibe barandin. Jixwe raya giştî ya Ewrûpayê qetlîama Parîsê wekî qetlîama Roza Luksembûrg pênase kirine.

AKP ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê cînayeta li dijî jinan, înfazên li kolanan û şerê taybet ê li dijî gelê Kurd zêdetir bûye. Di heman demê de AKP dixwaze îradeya hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê tune bike û dixwaze bi van tiştan re civakê teslîm bigire. Erdogan û AKP ji bo ku hesabê van sûcan nede, di rejîma dîktatoriyê de israr dikin.

‘LI HEMBERÎ QETLÎAM Û QIRKIRINÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Li hemberî van êrîşan em ê têkoşîna azadiyê bidomînin û em bêyî ku pergala modernîteya kapîtalîst, civaka zayendparêz a şaristaniya çînî, hişê mêran û polîtîkayên wê yên netewe-dewletê ji xwe re bikin asteng, em ê li ser rêya berxwedanê ya jinên bi rûmet, têkoşîna xwe li gel jinên cîhanê geştir bikin.”