Li dilê Kurdistanê Amedê jiyan ji ber her sê kulîlkên azadiyê rawestiya. Bi dehhezaran ji bo wergirtina cenaze li ber nexweşxaneyê kom bibûn bi dirûşimên “Hevalên Rojê Nemir in” dest bi meşê kir û li Qada Batikentê ku dê merasim bê lidarxistin jî bi sedhezaran kes kom bûn. Girseya gel ji her derê Amedê diherike qada merasimê, li bajêr derabe nehatin vekirin û dibistan hatin boykotkirin.
Ji ber merasima cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên Kurd k li Parîsa paytexta Franseyê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Qada Batikent a Amedê tê lidarxistin, li Bakûrê Kurdistanê hema bêje jiyan rawestiya.
Beriya cenaze bigihe qada merasimê, bi sedhezaran kes li qadê kom bûn û dehhezaran ji bo wergirtina cenazeyên Cansiz, Dogan û Şaylemez li ber Nexweşxaneya Taybet a Baglarê li hev kom bûn. Li bajêr hemû dikan û kargeh hatin girtin û dibistan hatin boykotkirin.
Diyarbakır'da törenin yapılacaðı alanda yüzbinlerce kişi henüz cenaze gelmeden toplanmaya başlarken, on binlerce kişi ise Cansız, Doðan ve Şaylemez'in cenazelerinin bulunduðu Özel Baðlar Hastanesi önünde toplandı. Kentte esnafın tümü kepenk kapatırken okullar boykot edildi. Cenaze yürüyüşü güzergahında bulunan evlerden çıkan halk da slogan ve zılgıtlar eşliðinde yürüyüşe dahil oluyor.
EM HEMÛ SAKÎNE, FÎDAN Û LEYLA NE
Bi taybet jinên Kurd di mitîngê de dovîzên li ser “Em hemû Sakîne ne”, “Em hemû Leyla ne” û “Em hemû Fîdan in” hilgirtin. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu hatin ber nexweşxaneyê. Jinên Kurd ewlekariya nexweşxaneyê digirin û piraniya jinan kincên reş li xwe kirine.
Bi hezaran kesên ku kincên reş li xwe kirine, pac û şalên spî bi stûyê xwe ve kirine. Her wiha girseyê wêneyê her sê jinên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez bi xwe ve kirine. Bi dehhezaran kes alên KCK, PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Vîna çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye” vekirine. Li qadê wêneyên mezin ên Endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertehm Karabûlût (Nûman Amed) ku li navçeya Licê ya Amedê di encama operasyonê de jiyana xwe ji dest dan, û yên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatine vekirin.
Bi dehhezaran kes bi yekdengî dibêjin “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Hevalên rojê nemir in”. Girseya gel her ku diçe zêdetir dibe. Cenaze ji aliyê jinan ve ji nexweşxaneyê hatin wergirtin. Darbest bi qûrnefîlên sor û alên PKK’ê hatin pêçandin. Dîsa wêneyên her sê jinan bi wesayitên cenaze ve hatin kirin.

Bi dehhezaran kes ligel cenazeyan ji nexweşxaneyê lis er cadeya Nukhet Coşkun berbi qada Batikentê ve bi dirûşmeyan dimeşin. Gelek rojnamgerên yê çapemeniya netewî û navnetewî ku di saetên serê sibê de li ber nexweşxaneyê hatin cem hev jî meşê dişopînin. Hinek çapemeniyan jî di saetên serê sibê de weşanên zindî derbasî aboneyên xwe kirin.
GEL BERBI QADA MERASÎMÊ VE DIÇE
Hêj ku cenaze negihiştina Qada Batikentê, bi deh hezaran welatiyên cil û bergên reş li xwe kiribûn û tulbetên spasî kiribûn stuyê xwe bi dirûşmeyan li bende cenazeyane. Li qadê ji bo tabut bên danîn platformek hat amadekirin. Li ser platforman paçên bi rengên mor û flamanên kesk, sor, zer hatin xemildandin.
Li Parka Koşuyolu ku awayekî girse nebîne gelek polîtên hêza çevik û gelek wesayîtên TOMA tên rawestandin. Li ber avahiyên AKP’ê yên navend û navçeyan ewlehiyên girîng tên girtin. Helîkoptera polîs jî bê navber li ser qadê digere. Bi hezaran kesî wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hildane. Her wiha dovîzên wekê ‘ Di şer de aliyên qezenc bike û wenda bike tune’ û dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ berzkirin. Li qadê gelek rojnamger merasimê li ser wesayîta çapemeniyê dişopîne. Polîs ji dûr ve ewlehiyê digire û ji avahiyên derdorê jî dîmenan digirin.
Ji navçeyê Farqîn, Bismil, Erxenî û Hênê jî bi hezaran kest ji bo biçin navendê derketin rê û jig elek taxên Amedê bi koman gel berbi qada merasîmê ve diherike.
DERABE NEHATIN VEKIRIN, DIBISTAN HATIN BOYKOTKIRIN
Ji bo merasîma her sê siyastmedarên kurd ya li amedê esnafan derabe venekir û cadeyên herî qelebalix yên Ofîs, Baglar, Sento, Gazî, Gursel, Sakarya, Goçmenler, 5 Nîsan, Emek, Barişê kepenk nehatin vekeirin û her wiha ji bilî enczane û firinan tu cih nehatin vekirin. Her wiha kêm wesayît derketin trafîkê û ajokaran kontak girtin.