Sakik: hevdîtinên bi Ocalan re ji bo Tirkiyeyê xêre

Sakik: hevdîtinên bi Ocalan re ji bo Tirkiyeyê xêre

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik di xwarina piştevaniyê ya Rêxistina BDP'a Kocaeliyê de diyar kir ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin ji bo Tirkiyeyê xêre û xwest diyalog berdewam bike.

Rêxistina BDP'a Kocaeliyê li salona Dawetê ya Gebze Malkoçê xwarina piştevaniyê da. Di xwarinê de Parlamenterê BDP'e yê Mûşê Sirri Sakik, Endamê Meclisa BDP'e Huseyin Goze, Huseyin Tanas, rêveberên BDP'a Kocaeliyê, endam û nûnerên HDK'ê jî di nav de nêzî hezar kesan amade bûn. Li Salona şevê "Ji bo çareseriyê muzakere, ji bo aştiyê wekhevî" daliqandin.

Di şevê de Parlamenerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin ji bo Tirkiyeyê xêr e û xwest diyalog berdewam bike. Sakik da zanin ku, di şer de 3 hezar û 500 gund ji aliyê dewlete ve hatin şewitandin û 3 milyon û niv welatiyan ji ber zilma dewletê koç kirin û wiha got: "Tugaya Bolu û Qeyseriyê ev suc pêk anî. Lê heta niha di derbarê tu kesan de doz nehat vekirin û kes nehat darizandin. Li vî welatî divê wekhevî û edalet hebe. Serokwezîr Erdogan dibê her kes wek hev e. We demê em dipirsin û dibêjim çima Kurd rastî kuştin, girtin, sirgûn û neheqiyê tên. Çima gundê wan tên şewitandin û sirgûn dibin. Çima hesap ji berpirsiyaran nayê pirsîn? Çima li Roboskiyê komkujî pêk tê? Dema em dibêjin bila bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin qiyamet radibe. Hevdîtina bi Ocalan re ji bo vî welatî xêr e. Ji bo şer vegere aştiyê divê bi Ocalan re diyalog û hevditin berdewam bike.

Piştre Koma Agire Jiyan derket ser dike. Solîstê Agirê Jiyan Ali Geçimli û Kazo stran gotin.