Şahîn û Altûn ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga destekkirina HDP'ê kirin
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê Siyabend Şahîn bang li hemû Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê dijîn kir, ku di bin sîwana HDP'ê de bicivin.
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê Siyabend Şahîn bang li hemû Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê dijîn kir, ku di bin sîwana HDP'ê de bicivin.
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê Siyabend Şahîn bang li hemû Koçgiriyên li Ewropa û Tirkiyeyê dijîn kir, ku di bin sîwana HDP'ê de bicivin. Serokê Duyemîn ê Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) Duzgun Altûn jî bang li karker, kedkar, ciwan û jinan kir ku deng bidin HDP'ê.
Bi aşkerabûna dema hilbijartinên pêşwext re HDP'ê lez da xebatên xwe yên li Elmanyayê. Bi avakirina Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Elmanyayê re hewl tê dayîn bi lez û bez kêmasî ji holê bên rakirin û gav werin avêtin. Rêveberên DÎDF û Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê yên di nava vê koordînasyonê de cih digirin, der barê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de ji ANF'ê re axivîn.
'EM BANG LI ALÎGIRÊN AŞTIYÊ DIKIN JI BO XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVIN'
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Koçgiriyên li Ewropayê Siyabend Şahîn diyar kir ku HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li ser navê bindest û hemû baweriyan serketineke mezin bi dest xistiye û got, "Me dît ku zîhniyeta AKP'ê ya paşverû nikare xwe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê rabigire. Jİ ber vê yekê hilbijartinan dubare dikin. Weke Koçgiriyan hem li Ewropa hem jî li Tirkiyeyê em bang li mirovên xwe dikin ku biçin ser sindoqan. Ev hilbijartineke girîng e, pêşeroja me bi encamên hilbijartinê yên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ve girêdayî ye."
Şahîn diyar kir ku ew ê careke din rêya aştiyê hilbijêrin û ev bang kir: "Em aştiyê weke sekneke pîvanî dibînin û bang li her kesên alîgirê aştiyê dikin ku xwedî li dengê xwe derkevin. Em bang li hemû Koçgiriyî û dostên wan dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê."
'ROJ ROJA HESABPIRSÎNA JI ERDOGAN Û ZÎHNIYETA WÎ YE'
Şahîn bal kişand ser girînga hilbijartinên pêşwext ên di 1'ê Mijdarê de pêk werin û got, "Wateya vê hilbijartinê ji bo me gelekî mezin e. Roj roja hesabpirsîna ji Erdogan û zîhniyeta wî ye. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hemû Koçgiriyî û tevahiya gelê me tevlî çalakiyên me yên di vî warî de bibin. Piştî vê hilbijartinê em bawerin ku em ê rêxistinbûyîna xwe ya ji bo dema pêş, mezintir bikin."
Şahîn got, "Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê xurttir em ê ji van hilbijartinan derkevin" û bang li her kesî kir ku bi ruh, bawerî û motîvasyona hilbijartinên 7'ê Hezîranê, xebatên xwe bimeşînin."
'KARKER, KEDKAR, JIN Û CIWAN ÊDÎ VÊ HIKÛMETÊ Û VÊ RÊVEBERIYÊ NAXWAZIN'
Serokê Duyemîn ê Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) Duzgun Altûn diyar kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pêvajoyeke gelekî erênî hatiye jiyîn û got, "Li Tirkiyeyê bindestan, karkeran, kedkaran, jin û ciwanan di 7'ê Hezîranê de helwesta xwe nîşan dan. Gotin em vê hikûmetê û vê rêveberiyê naxwazin. Gotin em jiyaneke aştiyane û demokratîk dixwazin û bi vî rengî dengê xwe bi kar anîn. Di serî de AKP, desthilatdarên li Tirkiyeyê ev qebûl nekirin. Xeyalên wan ew e ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de encama jê hêvî dike bi dest bixe û hêzên demokrasiyê têk bibe. Lê belê ev yek wê pêk neyê."
Altûn diyar kir ku ji bo 1'ê Mijdarê demeke kêm heye û bang li gelan, karker, kedkar û ciwann kir ku tavilê xwe qeyd bikin. Altûn bang li her kesî kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û destekê bidin HDP'ê.