Şahida Pirsûsê Aksakal: Çûyîna Pirsûsê tiştekî rast bû, ez jî çûm

Ji şahidên komkujiya Pirsûsê ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin Ereb a Elewî Sebahat Aksakal got, "Qet nehatibû bîra min wê ew şer li vî alî bê serê me. Em qet nefikirîn, ku di destê me de gul, em ê bi vî rengî bimirin."

Yek ji şahidên komkujiya Pirsûsê ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin Sebahat Aksakal a Ereb e.

Aksakal a li Antakyayê dijî, xwişka şervanê MLKP'ê Halîk Aksakal (Mazlûm Aktaş) e, ku birayê wê di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest daye.

Sebahat Aksakal ji bo xaka şoreşê ya birayê wî lê geriya û lê şehîd ket bibîne, tevî ciwanên SGDF'yî bi rê ket. Lê belê sedema yekane ya vê rêwîtiya wê, ne tenê ev bû. Wê dixwest alîkariyê bide ji nû ve avakirina bajarê ku birayê wê bi canê xwe parast.

Sebahat Aksakal diyar kir, ku dema li taxê hat bihîstin ew ê biçe Pirsûsê, gelek kesan destek dane wê û got, "Hin mirovan çîkolata, hinekan gofret kirîn û anîn. Hin kesan jî pêlîstok û kinc dan hev û anîn. Hinekan jî pereyê bêrîka xwe dan."

Aksakal di destpêkê de ji Antakyayê diçe Edeneyê. Li wir jî xwe digihîne ciwanên wê biçin Kobanê. Di nava van ciwanan de Okan Pîrînç û Yûnûs Emre Şen ên li Pirsûsê hatin qetilkirin jî hene.

Sebahat Aksakal anî ziman, ku Okan timî straneke Rojava Rojava digot û got, "Ez bi Kurdî nizanim. Lê dengê Okan qet ji guhê min dernakeve. Di rê de dengê birayê min Halîl jî her di guhê min de bû. Mîna ku di nava bi sedan Halîlî de bi rê de bûm."

Dema xwe digihînin Pirsûsê diçin Navenda Çandê ya Amara. Piştî ku hemû bi hev re taştê dixwin, ji bo bêhnvedanê dikeve hundirê navenda çandê. Di vê kêliyê de, yek ji ciwanên SGDF'yî jê re dibêje, "Ji ber ku tu xizmê şehîd e, tu bixwaze dikare niha jî derbas bibe." Ew jî jê re dibêje, "Em bi hev re hatin vê derê, em ê bi hev re derbas bibin."

Dema ew di hundirê Navenda Çandê ya Amara de bû, teqîn rû dide. Ji ber vê yekê, bêyî birîn bibe ji komkujiyê difilite. Tevî ku di ser komkujiyê re 9 meh derbas bûne jî, bi zehmetî qala dîmenê piştî teqînê dike.

Dibêje, "Ji min hebû ku bombeyeke deng teqiya ye". Lê dema derdikeve derve, bedena Okan Pîrînç a li erdê dirêjbûyî dibîne. Wê demê rastiyê fêm dike. Ji bo vegotina tiştên dîtiye, demeke dirêj bêdeng dibe.

Ji bo pirsa "Ji ber çûyînê tu poşman e?" vê bersivê dide: "Na. Ez qet poşman nebûm ji ber çûyînê." Û wiha dewam dike: "Ji ber ku çûyîna wê derê, tiştekî rast bû li gorî min. Çûyîna Pirsûsê ya herî rast bû û ez çûm."

Sebahat Aksakal li ser sînorê Sûriyeyê Antakyayê, hem rewşa li Sûriyeyê hem jî ya li Rojaa ji nêz ve dişopîne.

Dibêje, "Qet nehatibû bîra min wê ew şer li vî alî bê serê me. Em qet nefikirîn, ku di destê me de gul, em ê bi vî rengî bimirin... Kinc, pêlîstok, qet nedihat bîra me ku tiştekî bi vî rengî biqewime."

Dibêje ku ew ê careke din biçe. "Lê vê carê ez ê kêm bim. Ji ber ku min dixwest bi mirovên em bi hev re ketibûn ser rêya Kobanê biçim. Ez kengî biçim wê her tim aliyekî min nîvco be."

...