Saglamgoz li Goteborgê hate bîranîn
Fatoş Saglamgoz (Sema) ku ji bo şermezarkirina zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11'ê Mijdara 2003'an li bajarê Goteborg ê Swêdê bedena xwe da ber agir, hate bîranîn.
Fatoş Saglamgoz (Sema) ku ji bo şermezarkirina zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 11'ê Mijdara 2003'an li bajarê Goteborg ê Swêdê bedena xwe da ber agir, hate bîranîn.
Kurdistaniyan gul û qurnefîl danîn meydana Gûstaf Adolf Torg ku Saglamgoz bedena xwe lê dabû ber agir.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Abdullah Devecî li merasîma bîranînê axivî, qala jiyana Saglamgoz kir û bal kişand ser têkoşîna ku mezin bûye.
Girseya gel piştre çû ser gora Saglamgoz û li vir ew bi bîr anî.
Di şexsê Saglamgoz de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rê hate girtin û piştre nameya Saglamgoz a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû hate xwendin.
Merasîma bîranînê, ku hunermend Hozan Fîgen jî klam got, bi qasî saetekê dewam kir.
Bîranînê li Komeleya Jinên Kurd a li Goteborgê dewam kir.
Zaxê Dogan bi navê Meclîsa Jinê ya Sêvê axivî û hin beşên nameya Saglamgoz xwend.
Aktîvîst Jînda Nûrhak jî got, "Xeta berxwedanê ya ji aliyê Saglamgoz û hemû şehîdên şoreşê ve hate afirandin, roj bi roj mezin bûye û gihîştiye serdema heyî."