Li dijî tiryakê Platforma Şiyar Be hat avakirin

Li dijî tirkyakê “Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê” hat avakirin.

PLATFORMA ŞIYAR BE

Li Amedê bi pêşengiya saziyên demokratîk “Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê” hat avakirin. Beriya avakirina platformê ji Parka Sumerê heta Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê meş hat lidarxistin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, hevşarêdar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê di çalakiyê de pankartên “Şiyar be! ji tiryakê re na. Ciwan pêşeroja me ne, em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin” û “Şiyar be ne jehrê, heviyê hembêz bike” û dowîzên bi Kurdî û Tirkî yên “Jehrî ney hêvî verare bike”, “Jiyan xweş e şiyar be”, “Bêhna azadiyê pir xweş e”, “Em heta dawiyê bi hev re ne”, “Ji tiryakê re na”, “Ciwan ranezên li têkoşînê xwedî derkevin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Jiyan xweş e şiyar be” berz kirin.
 
Piştî meşê li ser navê platformê Şerefxan Aydin axivî û destnîşan kir ku li welat her ku diçe bandora tiryakê zêde dibe û wiha got: “Tiryak û jehra dikeve nava malbatên me wan neçar dike. Me jî weke saziyên ku êşa gel parve dikin. Dilê wan diêşe û dixwazin tiştekê bikin hatine vir û dixwazin tiştekê bikin. Divê em helwestekê bigirin. Gel li hemberî tiryakê bisekine ku em bajar û welatekê xwe rizgar bikin. Welatparêzî dêrûnû û tenduristiya civakê ye.”

Piştre Hevberdevka Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê Gulşen Demîr daxuyaniya Kurdî ya bi serenavê “Civakê em bi hev re biparêzin” û dirûşma “şiyar be! azad be! aram be! ava bike!” dest pê dikir xwend. Hevberdevkê Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê Mûrat Kan jî Tirkiya daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Heyînbûn, zindîbûn, mirovbûyîn… Nasnameyên me bi nirxên me yên çandî û exlaqî diyar dibin. Lê belê civaka ku ji van nirxan qut dibe ji xwe biyanî dibe û nasnameya wan tevlîhev dibe. Rewşa xwebûnî dikeve zorê. Dîrok nîşan dide ku yê xwe bi awayekî civakî nekare ava bike, nirxên xwe yên civakî nekre biparêze; yan asîmîle bûye yan jî tune bûye.

Bi salan e gelê me ji 7 salî heta 70 salî, ji jinê bigire heta ciwanan bi giştî rastî êrîşên rizandina exlaqî û bêeslîbûnê tên. Ev êrîşên pergalî ku civakê ji nirxên wê qut dike û dixe bin serweriya pergalê, kesan jî, ji nirxên exlaqî û helwesta polîtîk dûr dixe. Pergala Kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Ji lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle!!!
 
Hêmanên wekî elimandinên tiryak, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Tiryak û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran , bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî parçe dike.

Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Kesê ku pergala hişê wî/wê ya navendî hilweşe, ne tenê ji hêla biyolojîk ve di heman demê de ji hêla ramanî ve û ji hêla hilberînê ve jî têk diçe; bi vî awayî hêza xwe ya ramanî, hilberandin û berxwedanê jî winda dike. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Madeyên tiryakê ne tenê kesan ji xwe, ji malbat, derdora wî û civakê qut dike, di heman demê de wî li hemberî derdorê û civakê biyanî dike.

Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.
 
Fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne ‘maşê’, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatî ferz kirine. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye: Têkoşîna li dijî madeyên tiryak û fihûşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bêrêxistinbûyîne. Civakên ku li ser bingeheke rast hatine birêxistinkirin dikarin pirsgirêkên bi vî rengî yên kangrenîk çareser bikin. Lê belê civakên ku nikarin bên gel hev, bêparastin dimînin û her tim rastî polîtîkayên qirêj ên desthilatdaran tên.


Azadî, bi nû ve avakirina nirxên xwe yên ferdî an jî civakî re derbas dibe. Civat, dema ku berhemdar û bi xwe re di nava aştiyê de be, yekîtiyê pêk bîne, çareseriya hem pirsgirêkên ferdî û hem jî yên civakî pêkan dibe. Ev nirxên henê ne tenê ji bo takekesî, pêşeroja tevahiya civakê diyar dikin. Civak ancax bi jiyankirina nirxên xwe dikare weke xwe bimîne û xwe biparêze.
 
Pirsgirêkên weke tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêveneger dike.
 
Ev bang her kesê vedixwîne berpirsyariyê! Ciwanino, Jinino! Em hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji tiryakên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Malbatino! Erka me ya herî bingehîn e ku em zarokên xwe ji lepên vê pergala bi jehrî rizgar bikin. Em dikarin bi rêxistinkirinê vê çerxa jehrê têk bibin… Rêxistinên Girseya Demokratîk; Em hemû ji çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyar in. Ger sedema hebûna me çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, wê çaxê niha em bi hev re têbikoşin! Bi kurt û kurmancî em hemû berpirsyarin! Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin! Em xwe rêxistin bikin. Xwe hişmend bikin, xwe azad bikin!”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.