Meşavanên Amarayê yên rastî êrîşî hatin ber bi Xelfetiyê ve dimeşin

Cendirmeyên ku nehiştin meşvanên Amarayê têkevin Xelfetiyê, bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin. Ciwan li dijî êrîşê dest bi meşê kirin.

MEŞA AMARAYÊ

Meşvanên ku ji bo pîrozkirina 76’emîn rojbûna Rêber Apo ber bi navçeya Xelfetî ya Rihayê ve diçûn, di ketina navçeyê de ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin. Cendirmeyan di ketina Xelfetiyê de bend danîn û nehiştin meşvanên Amarayê têkevin navçeyê.

Girseya ku di nava wan de ciwan jî hene, di 1'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve dimeşin, li ber bendên cendirmeyan bi saetan berzkirina dirûşmeyan û bi gerandina govendê li ber xwe dan.

Bi hezaran kesên ji Dîlok, Botan û Rihayê hatin li dijî bendan dest bi meşê kirin. Girseya gel û ciwanên ku rastî êrîşa bi ava şid û gaza îsotêya cendirmeyan hatin, bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv dan.

Sekna gel a li herêmê didome û gelek kes ji ber gaza îsotê ji ser hişê xwe çûn.