Ciwanên li ber xwe didin kolanan naterikînin
Ciwanan li Êlih û Mêrdînê li dijî desteserkirina îradeyê daketin kolanan û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Ciwanan li Êlih û Mêrdînê li dijî desteserkirina îradeyê daketin kolanan û dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Ciwanên Êlihê danê êvarê li dijî desteserkirina şaredariyan li taxa Baglarê çalakî li dar xistin.
Polîsên Tirk bi gaza bîberê û ava şid êrîşî ciwanên ku bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan, kirin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Çalakiyên li kolanan hatine destpêkirin didomin.
QOSER
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî ciwan daketin qadan. Ciwanên ku li gelek taxên navçeyê lastîk şewitînin gelek caran bê navber dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Wê qeyûm biçin em ê bi ser bikevin" berz kirin. Ciwanan ragihandin ku heta desteserkirina îradeyê bi dawî bibe ew ê li kolanan bin.