Li Mêrdîn û Amedê 6 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 5 û li Amedê jî kesek hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 5 û li Amedê jî kesek hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Kadrî Çakar, Mehmet Emîn Şahîn, Dilbirîn Şahîn, Serhat Yalçinkaya û Hacî Tekîn hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li Amedê ciwanê ku tevlî meşa bi dirûşma “Li dijî qeyûman demokrasî” bû, hat binçavkirin. Welatiyên derdorê bertek nîşanî polîsên ku xwestin bi zorê destê ciwan kelepçe bikin, dan. Ciwanê bi navê Mehmet Ateş ê ji aliyê bi dehan polîsan ve hat binçavkirin, bi deqeyan li erdê êşkence lê kirin. Ateş ê ku bi îdîaya derbarê wî de biryara binçavkirinê heye piştî destên wî kelepçe kirin li wesayîta zirxî siwar kirin û ji wir birin.