17 sal şûnde hat berdan: Kes nikare ruhê azadiyê asteng bike

Girtiya nexweş Ayfer Ayçîçek ku di sala 2007'an de hatibû girtin, piştî 17 salan hat berdan. Ayfer Ayçîçek bi gotina "Girtiyên nexweş gelek in" xwest gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkeve.

AYFER AYÇÎÇEK HAT BERDAN

Ayfer Ayçîçek a di sala 2007'an de li Edeneyê hat girtin, piştî 17 salan hat berdan. Malbat û hezkiriyên Ayçîçek ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ew pêşwazî kirin. Ayfer Ayçîçek ku bi tilîlî û gulan hat pêşwazîkirin got, "Ji sala 2007'an û vir ve ez di girtîgehê de me. Ji ber ku hevalên xwe li dû xwe dihêlim xemgîn im. Di girtîgehê de gelek girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Ti kes nikare ruhê azadiyê asteng bike, divê gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve.”

Ayfer Ayçîçek a ku gelek nexweşiyên wê yên giran hene, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Ayfer Ayçîçek li Mersîn, Sîlîfke, Edene, Alanya û herî dawî jî li Kocaeliyê dihat girtin.