Eymen Nesrî: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li derveyî zagonên navnetewî ye

Çalakvanê mafê mirovan ê Misrî Eymen Nesrî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne li gorî pîvan û zagonên navneteweyî ye û got: “Divê saziyên navneteweyî demildest mudaxaleyî vê rewşê bikin.”

Parêzerên Buroya Mafên Mirovan a El-Qeren ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş raporteke taybet pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kirin.

Parêzeran di riya vê raportê de diyar kirin ku dewleta Tirkiyeyê riya hevdîtinê qedexe kiriye. Parêzeran destnîşan kirin ku divê li raportê were nêrîn da ku bi lezgînî gavan biavêjin.

Serokê Forûma Diyalog û Mafên Mirovan a Erebî-Ewropayê yê Cenevreyê Eymen Nesrî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin de ji ANF’ê re axivî. 
Eymen Nesrî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne li gorî pîvan û zagonên navneteweyî ye û got, “Tirkiye riya mafan qut kiriye, nahêle ku ti kes derbasî girtîgehê bibin ku rewşa girtiyan fêm bikin. Ev yek dibe cihê şermezariyê. Her çiqasî êşkenceyeke derûnî be jî li girtîgehê êşkence heye. Girtî ne rojê dibînin û ne jî dikarin mafên xwe bi kar bînin. Ev jî wê di demên pêş de bandorê li ser jiyana wan bike.”

Nesrî xwest ku saziyên navneteweyî li hemberî tecrîda Îmraliyê têkevin nava tevgerê û wiha domand: “Divê Encûmena Navdewletî ya Mafên Mirovan û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan mudaxaleyî rewşê bikin. Ji ber ku Rêber Apo kesayetekî bi nav û deng e, rol û cihê wî di nava civakê pir mezin û giranbuha ye.”