Nobetên li dijî desteserkirina vînê hatine destpêkirin didomin

Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê, gel hatin ber şaredariyê, pirsgirêkên ku dijîn vegotin û daxwaza çareseriyê kirin.

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Çalakiyên nobetê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatibûn destpêkirin, didomin. 

ÊLIH

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê di roja 12’an de berdewam kir. Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên navçe û bajaran, TJA û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Zext nikarin me bêzar bikin” û “Qeyûm wê biçe, gel wê werin" hatin berzkirin û stran hatin gotin.

Welatiyên li ber şaredariyê hatin gel hev diyar kirin ku heta ku rejîma qeyûman bi dawî bibe û Şaredariya Colemêrgê paşve bê girtin wê çalakiya rûniştinê bidomînin.

AMED

Çalakiyên nobetê yên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan di roja 12’an de berdewam dikin. Di çalakiya nobetê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hat daliqandin û dovîzên weke “Qeyûm biciheme”, "Dest nede vîna min" û “Vîna me rûmeta me ye“ hatin vekirin.

Endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê nobeta li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin.  Endamên platformê ji aliyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê endamên platformê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û got, “Em dizanin ku dûrxistina kesên hilbijartî ji peywirên xwe û li şûna wan şandina walî û qeymeqam, rasterast li dijî vînê destwerdana mafê dengdanê û hilbijartinê ye. Mafê dengdanê û helbijartinê di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin, lê mixabin ev sê serdemên dawîn hewl tê dayîn ku rejîma qeyûman li Tirkiyeyê bibe pratîkeke asayî. Em ê li dijî pergala qeyûman bisekinin." 

Li taxên Ferîtkoşk û Fîskaya welatî hatin ber şaredariya nobet lê tê girtin û gazincên xwe yên der barê zirar û pirsgirêka avê de anîn ziman. Hevşaredar Dogan Hatûn ê ku li şêniyên taxê guhdarî kir, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê bixebitin. Welatî bi berzkirina dirûşma "Serokê herî mezin serokê me ye" ji cihê nobetê veqetiyan.