Lêpirsîn ne li yên îhale çêkirin, li rojnamevanê ku nûçe çêkir vekirin

Serdozgeriya Komarê ya Wanê xwest ku rojnamevan Oktay Candemîr ê nûçeya îhaleya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku beriya mîtînga 2022'an a Serokkomarê Tirk Erdogan bi 2,5 mîlyon TL wesayît kirê kiribûn çêkiriye, bê cezakirin.

ROJNAMEVAN OKTAY CANDEMÎR

Rojnamevan Oktay Candemîr beriya serdana Serokkomarê Tirk ê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a sala 2022’an a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îhaleya kirêkirina wesayîtab a bi buhayê 2,5 mîlyon TL’yî hatiye kirin û îhale dane şîrketa bi navê ÇE-TA ya ku xwediyê wê rêveberê berê yê AKP’ê û endamê meclîsa şaredariyê Çetîn Can bi belgeyan nûçeya wê çêkir. Rêveberê berê yê AKP'ê Çetîn Can ku îhale bi dest xist, îdîa kir ku şîrket ne aîdê wî ye û ew ne rêveberê AKP'ê ye û ji ber namûs, şeref û hurmeta wî xera kiriye der barê Rojnameger Candemîr de serlêdana sûc kir.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê îdîanameya ku der barê Candemîr de hatibû amadekirin şandin Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê. Di îdîanameyê de dozgeriyê diyar kir ku şîrketa bi navê ÇE-TA ne ya Çetîn Can e û Can ne rêveberê AKP'ê ye û xwest Candemîr bê cezakirin.

‘DIVÊ YÊN ÎHALE ÇÊKIRINE BÊN DARIZANDIN'

Rojnameger Candemîr der barê mijarê de berê çûbû midûriyeta polîsan dabû, got; "Kesê bi navê Çetîn Can rêveberê AKP'ê yê berê ye. Wêneyên wî di malpera fermî ya AKP'ê de jî hene. Tevî ku dibêje şîrket ne ya min e, ya birayê wî ye û weke ÇE-TA'yê dixebite. Min nûçe li ser nelirêtiya îhaleyê çêkir û li vir zirareke giştî heye. Wekî rojnamevanekî min li ser vê yekê nûçe çûkir. Li vir ê ku bê darizandin ne ez im, yên ku îhale standine û kirine divê bên darizandin.”