Nobetên li dijî desteserkirina vînê didomin

Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 10’emîn de berdewam dike.

ÇALAKIYÊN NOBETÊ YÊN LI DIJÎ  DESTESERKIRINA VÎNÊ

Çalakiyên nobetê û protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin destpêkirin, di roja 10'emîn de didomin. 

ÊLIH 

Çalakî û nobeta ku li ber Şaredariya Êlihê dest pê kiribû di roja 10’emîn de berdewam dike.

Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, DEM Partî, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyan û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Em ê destûrê nedin darbeya qeyûman” û "Em bêhiqûqiya qeyûman red dikin" hatin vekirin û dirûşmên "Zext nikarin me bitirsînin", “Qeyûm wê biçin gel wê bên” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û stran hatin gotin. 

AMED

Çalakiya li ber Şaredariya Peyasê ya Amedê bi çepik û stranan dewam kir. 

MÊRSÎN 

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 10'emîn de berdewam dike. Gelek partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan û gelek kes beşdarî nobetê bûn. Pankarta “Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Darbeya li demokrasiyê ye" û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hatinhat berzkirin.

Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar axivî û bang li dayikên polîs û leşkeran kir û got, "Werin em vê edaletê bi hev re pêk bînin. Werin em dest bidin hev û edaletê bînin vî welatê xweş. Em aştiyê dixwazin. Em li vir bang li hemû aliyên siyasî dikin; hûn bûn parlementer û li pey kursiyan ketin. Werin mil bi mil bi me re rûnin. Ev çend roj in em li ber vê şaredariyê rûniştine? Derkevin û piştgiriyê bidin me, em şer naxwazin. Eger şer û cenaze tunebana Tirkiye dê çi xweş bûya. Lê yên ku mudaxeleyî aştiya me dikin jî hene. Em Dayikên Aştiyê destûrê nadin, em bi biryar in. Heta ku em edaletê pêk bînin em ê dev jê bernedin. Em ê edaletê bînin, her kes wê di nava aştiyê de bijî. Yên ku dixwazin şer bikin wê bi ser nekevin. Yên aştiyê dixwazin wê bi ser bikevin.”

Çalakiya nobetê bi govend, tilîlî û dirûşmeyan dewam kir.