Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya jinan dewam kir

Nobeta Edaletê ya Îzmîrê ku li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin diyarî Denîz Poyraz kirin. Jinan gotin ku yên êrîşî mafên jinan dikin, êrîşî vîna gelê Kurd jî dikin û gotin: "Çawa ku li Wanê em bi ser ketin wê li Colemêrgê jî bi ser bikevin."

LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNÊ LI ÎZMÎRÊ NOBET

Nobeta Edaletê ya Îzmîr ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) ve li dijî desteserkirina vîna gel hatiye destpêkirin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM partiyê di roja 7'an de dewam kir. Di çalakiyê de gelek welatî, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Dayikên Aştiyê û Hevgirtina Mor beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya îro diyarî Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, kirin. 

Di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa "Em li dijî qeyûman di nobeta edaletê de ne" li xwe kirin, pankartên “Qeyûm darbe ye. Şaredarî yên me ne. Hûn nikarin desteser bikin. Em li dijî qeyûman nobetê digirin" daliqandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût axivî û bi bîr xist ku Denîz Poyraz bi awayekî hovane hatiye qetilkirin û got:  “Mîna Denîz Bi hezaran jin tên qetilkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman ên ku rê li ber komkujiyên jinan vedike, em li vir in. Em ji bo dengê Poyraz bilind bikin li vir in.”

ÇALAKÎ DIYARÎ DENÎZ POYRAZ KIRIN

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel tê tinekirin û wiha got: “Hewl didin bi qeyûman vîna jinan desteser bikin. Em jin destûrê nadin vê. Em ji Îzmîrê heta Colemêrgê li ser gel vîna jinê ne. Çalakiya îro ji bo bîranîna Denîz Poyraz a ji aliyê pergala serdest a mêr ve hat qetilkirin diyarî hemû jinên hatine qetilkirin dikin.”

Seroka Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Hejmar 2 ya Îzmîrê Zelîha Danyelî jî mafê axaftinê girt û got ku ew ne xerîbê vê rejîmê ne. Zelîha Danyelî, got: “Ev ne cara yekem e ku em rastî derbeya qeyûman tên. Ji dema desthilatdariya AKP'ê û vir ve em rastî van pêkanînan tên. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi yekkirina hêza xwe têkoşîna xwe berfireh bikin.”

'EM Ê LI COLEMÊRGÊ JÎ BI SER BIKEVIN'

Di çalakiyê de endama Hevgirtina Mor Dîdar Gul, Hevseroka DAD'ê ya Şaxa Îzmîrê Nebahat Çelîk û Dayika Aştiyê Perîhan Ortak axivîn û diyar kirin ku ji bo li dijî desteserkirina vînê dengê xwe bilind bikin hatie vir. Jinan diyar kirin ku yên êrîşî mafên jinan dikin û dijminê jinê ne, êrîşî vîna gelê Kurd jî dikin û gotin, "Çawa ku li Wanê em bi ser ketin, em ê li Colemêrgê jî bi ser bikevin."