Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mîtînga li dijî desteserkirina vînê ya li Colemêrgê hat lidarxistin de axivî û got, “Colemêrg a me ye, hebe hebe ew dagirker in. Bi hevgirtina gelê xwe em ê rojekê wan bişînin."

MÎTÎNGA LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNA COLEMÊRGÊ

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di dawiya mîtînga "Şaredarî ya gelan e, em destûrê nadin desteserkirinê" ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat lidarxistin de axivî.

Tûncer Bakirhan spasiya her kesên ku li dijî desteserkirina vînê hatin bajêr kir. Bakirhan diyar kir ku di rojên pêş de li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê wê li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê têkoşîneke mezintir û xurttir bimeşînin. 

Bakirhan bi bîr xist ku Colemêrg bajarê jin, ciwan, kedkar û kurdan e û wiha got: “Colemêrg a me ye, em in, Colemêrg a me ye. Em Colemêrg in. Hebe hebe ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî kurdan pêk tînin. Lê ew qanûn zagona dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em ê têbikoşin.”

Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû, bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.