NÛ BÛ

Li Meclîsa Tirk protestoya qeyûman: Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin!

Parlamenterên DEM Partiyê li Meclîsê hatin cem hev û li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê a bi rêya qeyûman dest bi çalakiyê kirin.  Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji AKP'ê re got, "Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin."

LI MECLISÊ QEYÛM HAT PROTESTOKIRIN

Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê bi derneketina ji qada Civata Giştî ya Meclîsê dest bi protestokirina tayînkirina qeyûman kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak di pêşnûmeya têkildarî lêkolîna zerarên qeyûman axivî. Piştî ku Parlak axaftina xwe bi dawî kir, hemû parlamenterên DEM Partiyê bi hev re derketin ser dikê. Parlamenteran bi pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" dest bi çalakiyê kirin. 

Tevî hişyariyên Serokwekîla Meclîsê Gulîzar Bîçer Karaca jî parlamenterên DEM Partiyê ji kursiyên xwe terknekirin. Gulîzar Bîçer Karaca ji ber protestoyê 10 deqeyan navber da lijneyê. Di vê navberê de hin parlementerên CHP’ê jî piştgiriya anîn ziman.

DESTESERKIRIN 8 SAL IN DIDOME

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî.

Koçyîgît destnîşan kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û wiha got: “Em bi operasyoneke mezin a çeteyan û rejîmeke mezin a qeyûman re rû bi rû ne. Çeteyek mezin ê darbekarê qeyûm hat ser kar. Ger hûn bipirsin rêberê wan kî ne, em ji we re bibêjin: Polîsên FETO, dozgerên FETO, dadgerên FETO, dozên kûmpasê û dosyayên kûmpasê yên ku ji aliyê kesên ku ji ber FETO’yê ceza xwarine, hatine amadekirin û ji bo rantxurî û talanê îro qeyûm şandine şaredariya Colemêrgê. Ev 8 sal in îradeya gelê Kurd tê paşguhkirin. 8 sal in mafê gelê kurd yê dengdanê hatiye rawestandin. Hikûmeta ku ev 8 sal in vî welatî bi rê ve dibe, ji Kurdan re dibêje: 'Hûn ne hemwelatî ne, hûn ne wekhev in, dengê we yê li Yozgatê ne wekhev e.”

BI DESTHILATA KU DIJMINATIYA KURDAN DIKIN RE RÛ BI RÛ NE

Koçyîgît anî ziman ku ew bi desthilatdariyeke dijminê Kurdan re rû bi rû ne û wiha domand: “Em bi hikûmeteke ku sond xwariye ku dijminatiya siyaseta demokratîk e; Em bi tifaqeke li dijî Kurdan re rû bi rû ne; Em bi hikûmeteke ku dijminatiyê ji her tiştên Kurdan dike re rû bi rû ne; em bi hizireke ku naxwaze Kurd xwe bi rê ve bibin re rû bi rû ne. Em bi feraseteke ku komplo li pey komployê diafirîne re rû bi rû ne. Nahêlin ku Kurd bibin şaredar, endam, parlamenter.”

'BINIVÎSIN HÛN Ê TÊK BIÇIN'

Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: “Hûn dixwazin ji Colemêrgê çi rizgar bikin?Dema ku DEM Partî Colemêrgê bi rê ve dibe, kîjan berjewendiyên we zerarê dibîne? Bi zelalî bibêjin, bila hemû gelên Tirkiyeyê bizanibe. Bila hemû gelê Tirkiyeyê bi dijminatî, kîn û bêhiqûqiya we zanibin, ji ber ku em dizanin. Lê em vê jî bibêjin: Em ê tu carî teslîm nebin; Hûn ê têk bibin. Hûn ê bi ruhê Gezî, bi hevgirtina Kobanê, bi helwesta rast a rêhevalên me, bi kenê zarokên me, bi têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, bi têkoşînê hûn ê têk biçin. Vê li cihekî binivîsin.”

Piştî ku navber bi dawî bû Gulîzar Biçer Karaca ji parlamenterên DEM Partiyê xwest ku dawî li çalakiya xwe bînin. Parlamenteran bênavber dirûşmên “Qeyûn wê biçe" berz kirin. Karaca ji ber protestoyê gelek caran navber da rûniştinê. Ji ber parlamenter çalakiya xwe didomînin, Karaca rûniştin taloqî sibê saet 14.00'an kir.

Çalakiya parlamenteran a li Lijneya Giştî wê heta derengiya şevê bidome.