Rêxistinên ciwanan ên Îzmîrê bertek nîşanî girtinan dan

Rêxistinên ciwanan bi gotina "Em ê nehêlin hûn bi ser bikevin" binçavkirin û girtin şermezar kirin û gotin ku ew ê têkoşînê li hemû bajaran berfireh bikin.

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ

Rêxistinên ciwanan ên Îzmîrê ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên rojên dawî ji ketina sûka Karşiyakayê heta rawestgeha Karşiyaka ÎZBAN’ê meşiyan. Di meşê de pankartên “Filîstîn jî ya me ye, Taksîm jî ya me ye, Wan jî ya me ye, Kaypakkaya jî ya me ye, nayê girtin! Bi binçavkirin, girtin û zext nikarin bi me” hildan û bênavber dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya şoreşgerî", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.

Li ser navê rêxistinên ciwanan endamê Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst (GSB) Yûsûf Metîn Karakaya axivî û got: “49 kesên ku di 1'ê Gulanê de xwestin biçin Qada Taksîmê, 9 kesên tevlî çalakiya ji bo Wan a Îzmîrê bûn, 5 kesên ku gotin 'têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut bikin’ û 4 kes ji ber ku navê Îbrahîm Kaypakkaya gihandine qadan hatin girtin.”

Karakaya got, “Di demeke ku di qada siyaseta bûrjûwaziyê nîqaşa nermbûnê tê kirin de karker, kedkar, gelên bindest û şoreşgerên li cem wan disekinin bê ‘nermbûn’ tê çi wateyê di van çend hefteyan de dîtin.”

TÊKOŞÎNÊ WÊ LI HEMÛ BAJARAN BERFIREH BIKIN

Karakaya da zanîn ku siyaseta “nermbûnê” gelê Kurd nagire nava xwe û got ku desthilatdar ji bilî şer û krîzê pêşerojeke din nadin mîlyonan mirovan. Karakaya diyar kir ku emperyalîst ji îradeya şoreşgerî ya ku li Gezî, Rojava û Filistînê li ber xwe daye ditirsin û wi”ha domand: “Walî gotibû dewlet ji sibê re dihêle û lû li ba we nahêle. Bila baş bizanibin ku yên wê nehêlin em in. Şoreşger, jin, kedkar, xwendekar ên ku we wan neçarî şert û mercên xerab kiriye û her roj di nava vê pergala rizyayî de didin kuştin,  wê li ba we nehêlin. Bila xewa we biherime, sibê em ê li kolanan û li pişt bendan bin. Em ê hevrêyên xwe paşve bistînin û têkoşîna wan li hemû bajaran berfireh bikin."