Ayçîçek piştî 30 salan hate berdan

Mehmet Ayçîçek ê ku 30 salan di girtîgehê de ma û hat berdan wiha “axivî: “Mebest ne azadbûna fizîkî ye, azadiya zihnî ye."

Girtiyê bi navê Mehmet Ayçîçek ê ku di sala 1994'an de li navçeya Elbistan a Mereşê hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Dumlu ya Erziromê ku lê dihat ragirtin, hat berdan. Ayçîçek beriya ku bê berdan salek sirgûnî Girtîgeha Dumlû ya Elbistan, Yozgat, Edene û Erziromê hate kirin.

Malbata Ayçîçek û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) û rêveberên DBP'ê li ber girtîgehê bi berzkirina dirûşmeyan Ayçîçek pêşwazî kirin.

Ayçîçek li ber girtîgehê got, "Em derketin, lê mesele ne azadbûna fizîkî ye,azadiya zihnî ye.” Ayçîçek axaftina xwe wiha domand: “Şert û merc çi dibin bila bibin heta ku fikir û ramanên me azad nebin azadiya fîzîkî bêwate ye. Mesele ew e ku ramanên me azad bêne hesibandin. Em ji vir careke din hemû hevalên xwe silav dikin û daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê dubare dikin.  

Ayçîçek û malbata xwe ber bi Dîlokê ve bi rê ketin.