Doza êşkencekirina zarokê 14 salî yê ji Licê dest pê kir

Di danişîna doza êşkencekirina zarokê 14 salî Y.D. ê li navçeya Licê ya Amedê de dozger xwest ku polîsên bersûc bên cezakirin.

Li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. Danişîna çaremîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê hat lidarxistin. 
 
Malbata Y.D. û parêzerê wan Mehdî Ozdemîr beşdarî danişînê bûn. Polîsên bersûc Aykut Oral,  Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan beşdarî danişînê bûn.
 
Di danişînê de dozger ango meqamê îdiayê mutala xwe pêşkêş kir. Dozger xwest ji sûcên “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” û “zirar dane mal” bersûc bi 14 sal û 6 mehan bên cezakirin. 
 
Parêzer li dijî mutalayê axivî û daxwaziya dema zêde kir. Dadgehê xwest kontrola edlî ya der barê polîsan de berdewam bike û daxwaza dema zêde ya parêzer qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê hezîranê kir.