DEM Partiya wê bi awayeke awarte li hev bicive

DEM Partî têkildarî biryara doza Kobanê got, “Em ê komployên we pûç bikin.” Partiyê biryar da ku civîneke awarte pêk bîne.

Danişîna biryara doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin berdewam dike.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba medyaya dîjîtal bertek nîşan da û ev tişt parve kir: “Cezayên ku li hevalên me yên di Doza Komployê ya Kobanê de tên darizandin hatin birîn nikarin çavên me bitirsînin. Kesên ku darbe li siyaseta demokratîk dane bila vê bizanin ku em ê komployên we pûç bikin, em ê serbikevin, gel dê serbikevin.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê (MYK) û hevserokên pêkhateyan piştî biryara Doza Kobanê wê îro danê êvarê (16'ê Gulanê) saet 18.00'an li Navenda Giştî ya Buklumê civîneke awarte li dar bixin.