Nobetên Azadiyê yên xizmên girtiyan didomin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

NOBETÊN EDALETÊ

Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 

ÎZMÎR

Çalakiya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) hatiye destpêkirin, di roja 38’emîn de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan tev li nobeta di Nûnertiya Çîmentepe ya DEM Partiyê de tê lidarxistin bûn. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Heq hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Dayika girtî Suleyman Poyraz ê di Girtîgeha Şakrana Îzmîrê de tê ragirtin Fehîme Poyraz, diyar kir ku ew 38 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.

Poyraz anî ziman ku lawê wê bi riya telefonê pê re axiviye û jê re wiha gotiye: “Em di girtîgehê de ne. Tenê hûn dikarin têkoşîna ku em di nava çar dîwaran de didin meşandin bidin bihîstin. Divê tevahiya gelê me dest bide hev û li dijî van tiştên tên kirin deng derbixe. Heke em bibin yek em dikarin bi ser bikevin.”

Nobet bi serdanan dom kir. 

WAN 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 96’emîn de berdewam dike. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan, namzetên hevşaredariyê yên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Cevdet Altindag serdana çalakiya li avahiyê rêxistina DBP’a Wanê tê domandin, kirin. 
Di serdanên de Zeydan axivî û destnîşan kir ku ew ê li cem xizmên girtiyan bin. Zeydan grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de tên domandin bi bîr xist û wiha got: “Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in. Divê daxwazên wan demildest werin pêkanîn. Zêdetirî 3 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Daxwaza girtî û dayikan dawîbûna vê tecrîdê û pakanîna azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e.” 

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî têkoşîna dayikan” dom kir. 

AMED

Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 99’emîn de berdewam kir. Kesên tev li nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê tê domandin bûn, pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Dayikên bi boneye meha Remezanê rojî bûn, diyar kirin ku heta ku ew encamekê bi dest nexin dê dest ji çalakiya xwe bernedin. 

ÊLIH 

Li Êlihê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê rêxistina DBP’ê Êlihê hatiye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê yên navçe û bajêr, Platforma Ked û Demokrasiyê hatin serdana nobetê. 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Nobet bi gotina stran û berzikirina dirûşman bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 98’emîn de berdewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” olan dan. 
Ji endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren di çalakiyê de axivî û wiha bang kurdên li Ewropayê dijîn kir: “Ya ku birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kiriye Ewropa ye. Lewma divê ciwanên li Ewropayê dijî biçin li pêşiya CPT’yê, rewşa birêz Ocalan bipirsin û têkoşînê li Ewropayê zêdetir bidin domandin.”