BI DÎMEN

Komkujiya Taxa Gaziyê: Divê serokwezîra wê demê û kujer bên cezakirin

Di çalakiya bîranînê ya ku di salvegera qetlîama ku di sala 1995'an de li Taxa Gazî ya Stenbolê pêk hat de, hat xwestin ku berpirsyar bên cezakirin.

Di komkujiya 12'ê Adara 1995'an de li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî pêk hat de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li ser banga Platforma 12'ê Adarê li ber Weqfa Perwerde û Çandê ya Gazî (Cemxane) ji bona 29’emîn salvegera komkujiyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Tevî xizmên kesên hatin qetilkirin, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Celal Firat, namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê  Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî, parlamenter Îskender Bayhan, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Girseya ku li ber Cemxanê kom bûn bi wêneyên kesên hatin qetilkirin û pankarta "Em ji Gaziyê heta Umraniyê edaletê dixwazin" heta Parka Huseyîn Altin a ku 29 sal berê gelek kes lê hatin qetilkirin, meşiyan.

Di tevahiya meşê de dirûşmên "Şehîdên Gaziyê namirin", "Şehîdên Gaziyê rûmeta me ne", "Gelê Gaziyê li vir e, kujer li ku “derê ne, “Ji bo Gaziyê edalet ji bo her kesî edalet”, “Kuj”erê Gaziyê dewleta Sûsûrlûkê ye” hatin berzkirin.


Dema ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin li Parka Huseyîn Altin qurnefîl hatin hiştin, birayê Dîlek Şîmşek a ku hatibû qetilkirin Erkan Şîmşek jî diyar kir ku hêrs û êşa dilê wan hê teze ye.

Şîmşek got, “Gelê Gazî dizane bê ev provokasyon ji aliyê kê ve hatiye kirin, kê çima kiriye. Armanc ew bû ku li Gaziyê mûxalefeta şoreşger bitirsînin û hemû gelên şoreşger û demokrat bitirsînin. Êrîş li ser hemû gel, Elewî û Suniyan bû. Li cihekî weke Gaziyê ku timî dewriyeyên polîsan lê digerin, çawa kujer winda bûn? Xelkê Gaziyê rastiyê dizanin. Ji ber vê yekê hêrsa wan mezin bû û ber bi Qereqola Gaziyê ve herikîn.”

Şîmşek bi bîr xist ku piştî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar, polîsan êrîşî gel kirin û 18 kes qetil kirin, Şîmşek destnîşan kir ku kujerên ku hatin darizandin nehatine cezakirin.

Şîmşek ev tişt anî ziman: “Ji polîsên kujer tenê Adem Albayrak ji ber kuştina 4 kesan 3 sal û nîv, Mehmet Gundogdu jî ji ber kuştina 2 kesan salek û 8 meh ceza li wan hatin birîn. Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Emniyetê - Seroka Daîreya Îstixbaratê Hanîfe Avci, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu, Midûrê Emniyeta Stenbolê Necdet Menzir û tetîkkêşên wan berpirsyar in û divê bên cezakirin."

Piştî daxuyaniyê gel ber bi qehwexaneya hatibû gulebarankirin ve meşiyan û li cihê komkujî pêk hat qurnefîl danîn.

Piştre jî gel heta Goristana Gaziyê meşiyan û kesên jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan bi bîr anîn.