Çalakiyên Nobeta Edaletê bênavber didomin

Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, li gelek bajaran didomin.

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin di roja 89’an de ye. Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezanê didome de çalakgeran berdilkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin.
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 31’an de li avahiya DBP’a Bajêr dom kir. TJA, namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. 
 
Endam û rêveberên parityên siyasî jî serdana nobetê kirin û di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” olan dan. Kesên tev li nobetê bûne ji bo şikandina tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kirin. 
 
Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 89’emîn de hate berdewam kirin. Gelek kes tev li çalakiya di avahiyê komeleyê de tê lidarxistin bûn. Girseya ku xwest serdana nobetê bike ji taxa Şevket Sumer heya avahiyê TUAY-DER a Çukurovayê bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin. Piştî ku girse serdana çalakiyê kir laçikên spî û qurnefîl dan dayikên çalakiya nobetê didomînin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş di nobetê de axivî û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Dayikên Aştiyê pîroz kir. Piştre namzeta Hevşaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan destnîşan kir ku li dijî zilm û neheqiyê jin di herî pêş de têkoşînê didin meşandin û got: “Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Em roja tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin.” 
 
Herî dawî Dayika Aştiyê Emîne Eren axivî û wiha got: “Heya ku tecrîda fizîkî ya ser Rêbertiya me ranebe, dê têkoşîna me dom bike.” 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji aliyê malbatên girtiyan ve li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 89’an de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya li gel serdana nobetê kir. 
 
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî. Bayindir destnîşan kir ku ew pêvajoyeke nû dane destpêkirin û got: “Em têkoşîna dayikan ji dil û can pîraz dikin. Me bi Meşa Azadiyê ya dabû destpêkirin bi xeteke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Me di meşa ku 15 rojan dom kiriye de dît ku li her bajarê kurdistanê ji 7 saliyê heya 70 saliyê xwe têkoşînek tê meşandin. Em hêza xwe ji sekna gelê xwe digirin. Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e. Niha tevhiya gelê kurd rabuye ser piya û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan li her derê têkoşînê dide meşandin. Em ê bi vê têkoşîna xwe Azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.” 
 
Nobet bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 


MÊRDÎN 


Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji aliyê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin didome. Endamên Komeleya 78’an û Mehmet Îldem ê piştî 31 salan ji girtgehê derketiye hatin serdana nobetê. Di çalakiya stranên berxwedanê hatin gotin de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
Nûnerê Komeleya 78’an ê Qoserê Arîf Tûrgay anî ziman ku ew çalakiyê pîroz dikin û got ku heya digihije armanca xwe ew ê piştgiriyê bidin nobetê. Mehmet Îldem ê piştî 31 salan hatiye berdan jî wiha axivî: “Ne têkoşîneke ku herkes karibe bide meşandin e. Ez ji ber wê we pîroz dikim.” 
 
Dayika Aştiyê Adulê Aksoy jî anî ziman ku nêzî 2 meh in çalakiya Nobeta Edaletê li Mêrdînê dom dike û got: “25 sal in zilma ser Serokê me dom dike. Êdî em dixwazin bila azad be. Bila ev tecrîd bi dawî be. Li gel Serok welat jî di bin tecrîdê de ye. Em dixwazin ev zilm bi dawî be. Êdî bes e.”