Nobetên Edaletê bi biryar dewam dikin

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê yên girtiyên li girtîgehê. Xizmên girtiyan jî diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zextên dewletê bidomînin.

Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin, didomin.

WAN

Nobeta Edaletê ya li Wanê di nava Rêxistina DBP'ê ya Wanê de dewam dike. Xizmên girtiyên ku beşdarî çalakiyê bûn di roja 80’emîn de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxedana zindanan" berz kirin. Rêxistina Navçeya Westan ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şêniyên taxa Çîçeklî serdana nobetê kirin.

MÊRSÎN

Di Nobeta Edaletê ya Mêrsînê de, bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) re, piştgiriya ji bo xizmên girtiyan didome. Di nobeta ku Komeleya Jinan a Mîmoza ziyaret kir bênavber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy jî got, "Em di têkoşîna we ya li dijî faşîzmê li gel we ne."

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê hat destpêkirin di roja 80’emîn de ye. Kesên beşdarî nobetê dibin bi  berdilkên ku li ser nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li ber xwe dikin. Remziye Bîlîr a ku ji Îngilîstanê piştgirî da û rv bang kir: "Em li dijî tecrîdê bibin yek û tecrîdê bişkînin."
ÊLIH

Nobeta Edaletê ya Êlihê li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja xwe ya 22'yemîn de dewam dike. Çalakvanan kirasên spî yên bi Kurdî û Tirkî "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajêr çûn serdana Nobeda Edaletê. Di serdanê de bal hat kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan.
ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgêra Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, ji aliyê rêxistinên DEM Partiya Bayrakli û Karabağlar ve hat girtin. Di çalakiya nobedê ya li Îzmîrê de peyamên girtiyên di greva birçîbûnê de ji çalakvanên Nobeda Edaletê re hatin xwendin.

KARABAG
Nobeta Edaletê ya li Rêxistina navçeya Karabaglar a DEM Partiyê didome ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bîjî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.